ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN 2024-02-11 09:00:08   * Dayika Aştiyê Rewşan Doner diyar kir ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ji bo azadiya Ocalan têdikoşin û got ku divê sala 2024'an bibe sala azadiyê.   * Qeyûmê Şaredariya Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê dan ber firotinê.   * Esme Samî ku ji roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha reş girê dide, got: "Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin."   * Ahmet Olçer ê ku di sala 2018'an de li Wêranşarê bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokeke 13 salî kir, di doza dihat darizandin de, dadger bi hinceta "siberoja wî" cezayê wî kêm kir. Parêzera Komeleya Pêşî Jin û Zarok Asli Agar diyar kir ku ew ê îtîraz bikin.   * Welatiyên Îzmîrê diyar kirin ku krîza aborî êdî nayê tehemûlkirin û gotin ku yekane çareserî bi avakirina pergaleke nû pêkan e.   * Durrî Kaygusuz ku kurê wê Şaban Kaygusuz ê dest û lingê wî yê rastê tune ne ji Dîlokê hate Amedê û tev li Nobeta Edaletê bû. Kaygusuz, wiha got: “Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye.”    * “Meşa Mezin a Azadiyê” dê di roja 11’an de berdewam bike. (11.00-18.00) ZINDÎ   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Bayrakli ya Îzmîrê bi rêxistinên civaka sivîl re bê gel hev. (10.00) ZINDΠ   * Rêxistinên civaka sivîl dê li hotêleke Beyoglû ya Stenbolê "Konferansa Demokrasiya Xwecihî" li dar bixin. (10.00-18.00)   * DEM Partî ji bo diyarkirina namzetê xwe yê hevşaredariyê yê Dêrsimê dê tura duyemîn a pêşhilbijartinê li dar bixe. (10.00)   * Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê tev li kongreya partiya xwe ya Dîlokê bibe. (11.00) ZINDÎ   * Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê bi daxwaza girtina girtîgehên tîpên “S û Y”yê li Kadikoyê bi malbatan re bê gel hev. (13.00)   * Nivîskar Mizgîn Ronak dê tev li gotûbêja “Dengê jinan di wêjeyê de” bibe ku li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê tê lidarxistin. (14.00)    * Amedspor dê li sehaya xwe bi Uşaksporê re bilîze. (14.00)