Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir 2024-02-11 10:46:32 DÊRSIM - Ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê DEM Partî li Dêrsimê tura duyemîn a pêşhilbijartinê li dar dixe.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Dêrsimê, duh pêşhilbijartin li dar xist. Di pêşhilbijartinê de Bîrsen Orhan rêjeya ji sedî 50 derbas kir û weke namzet hate hilbijartin.    Di nava bernamzetên zilam de tu kesî rêjeya ji sedî 50 derbas nekir lewma pêşhilbijartin ji bo tura duyemîn ma. Di tura ewil de herî zêde Cevdet Konak û Ugur Beycan Bayrak deng wergirtibûn û tura duyemîn îro di navbera her du benamzetan de tê lidarxistin. Pêşhilbijartin, li hotêleke bajar tê lidarxistin û delegeyan dest bi dayîna dengan kirin.    Dengdayîn dê heta saet 14.00’an bidome.