Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir 2024-02-11 11:21:47   RIHA - Ahmet Olçer ê ku di sala 2018'an de li Wêranşarê bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokeke 13 salî kir, di doza dihat darizandin de, dadger bi hinceta "siberoja wî" cezayê wî kêm kir. Parêzera Komeleya Pêşî Jin û Zarok Asli Agar diyar kir ku ew ê îtîraz bikin.   Bûyera destdirêjiyê ku di sala 2018’an de li navçeya Riha Wêranşarê derket holê, da der ku pê polîtîkaya bêcezatiyê ya li Tirkiyeyê hatiye kîjan astê. Zaroka ku di sala 2018'an de 13 salî bû, pêşî rastî taciza Ahmet Olçer ê 64 salî hat û paşê jî rastî destdirêjiyê hat.    Zaroka ku dê û bavê wê karkerên çandiniyê bûn, di sala 2018’an de rastî tacizên devkî yên kiryar hat. Olçer ji ber ku zarok li malê bi tena serê xwe dima, sûd ji vê keysê girtiye û di demên cuda de dest dirêjî zarokê kiriye. Olçer ku di heman demê de wêneyên zarokê jî kişandine û bi van wêneyan lîstiye da ku xuya bike ku "zarok bi dilê xwe ev tişt kiriye." Olçer ku ji bo zarok vê bûyerê ji kesî re nebêje, van wêneyan wekî şantajê bi kar aniye û gef lê xwarine.    Yaşadıklarının etkisiyle farklı davranmaya başlayan çocuktaki değişimi fark eden ailesi olayın üstüne gitti ve çocuk yaşadıklarını ailesine anlattı. Ailenin şikayeti üzerine Ölçer, gözaltına alındı. Failin ele geçirilen telefonunda çocuğa ait zorla çekilen görüntü ve fotoğraflar çıktı. Çocuk İzleme Merkezi’nde (ÇİM) ifadesi alınan çocuk, sistematik bir şekilde taciz ve tecavüze uğradığını anlattı.    Zarok ji ber vê bûyerê wekî berê tevnegeriyaye. Piştî vê malbat bi ser de diçe û axirçê zarok tiştên hatine serê wê gotine. Piştî giliya malbatê Olçer tê binçavkirin. Di telefona kiryar de dîmenên zarokê yên bi zorê hatine kişandin hatine dîtin.    Piştî vê îfadeya zarokê li Navenda Şopandinê ya Zarokan (ÇÎM) hat girtin û zarokê li vir got ku bi awayekî sîstematîk rastî destdirêjiyê hatiye.    HAT BERDAN   Olçer ê ku di sala 2018'an de ji ber destdirêjiyê hat girtin, di sala 2020'î de bi hinceta "dema azamî ay girtinê temam kiriye" hat berdan. Olçer bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Olçer ku darizandina wî li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê didome, bi giştî 23 sal û 2 meh ceza lê hat birîn. Lê parêzerê Olçer dosyeyê bir Dadgeha Îstinafê. Îstinaf xwest dadgeh "ji ber reftarên baş cezayê wî kêm bike" û ji ber vê dosyeyê xera kir.    Lê Olçer ji ber ku guh li şertê kontrola edlî nekir, di Tîrmeha 2023'yan de biryara girtina wî hat dayîn. Olçer piştî biryara girtinê bi 6 mehan di Çileya 2024'an de li nexweşxaneyeke Rihayê hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Piştî biryara îstinafê di 5'ê Sibata 2024'an de dadgeh ji nû ve dest pê kir. Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê di darizandina nû de, cezayê Olçer kêm kir. Dadgehê 20 sal ceza li kiryar birî, lê bi hinceta dê bandorê li siberoja kiryar bike cezayê wî kêm kir, kir 16 sal û 8 meh. DÊ ÎTIRAZ BIKIN   Ji parêzerên Komeleya Pêşî Jin û Zarokan Asli Agar bertek nîşanî kêmkirina cezayê kiryar da. Agar anî ziman ku îfadeyên zarokê hev girtine û bûyerê ji seîr heya bînî gotiye û wiha got: "Sûcdar di pêvajoya îstîsmarê de wêne û dîmenên zarokê kişandine û tew bi sepaneke veşarî jî bi wêneyan lîstiye. Bi van wêneyan tim zarokê şantaj kiriye. Gava telefona wî tê bidestxistin ev belge hemû tên dîtin. Lê dîsa jî kiryar pêşî hat berdan û paşê cezayê wî kêm kirin. Di danişîna 5'ê Sibatê d ekiryar got ku ew bi tayê dikeve, nexweşîna dil pê re heye û extiyar e. Lê dadgehê biryara domandina girtina wî da. Biryara domandina girtinê baş e, lê em hewl didin em ê îtiraz bikin û serî li dadgeha bilintir bidin."    MA / Ceylan Şahînlî