Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin 2024-02-11 11:45:27 RIHA – Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin li Serêkaniyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamenter Ceylan Akça Cupolo li vir axivî û got: “Em bang li dewletê dikin ku dîsa vegere ser maseyê. Werin em çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin.”  Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, îro di danê sibehê de ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve kete rê. Meşvan, Parka Uç Fîdanê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Di pêwazîkirinê de dîmenên rengîn derketin holê û piştre jî meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê", “Ji Îmraliyê re hezaran silav” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Rêberek azad welatek azad” hate vekirin. Ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes tev li meşê bûn û dîmenên rengîn derketin holê. Xelkê navçeyê jî eleqeyeke mezin nîşanî meşvanan dan. Meş, heta pêşiya avahiya DEM Partiyê domiya.    'EM BANG LI DEWLETÊ DIKIN DÎSA VEGERE SER MASEYÊ’    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo li vir axivî û bi bîr xist ku piştî kuştina 2 polîsan a di sala 2015’an de, “Pêvajoya çareseriyê” hate bidawîkirin. Cupolo wiha domand: “Heke dewletê tarîtiya di sala 2015’an de bidîta û birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê berda bûya dê 9 salan li vê xak nerijiya. Îro sedsala duyemîn a komarê ye û em dibêjin; ‘Îradeya aştiyê li vir e, li Îmraliyê ye. Em amade ne.’ Banga me ji dewletê re ew e ku dîsa vegere ser maseyê. Banga me ji bo wê ye ku em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd, daxwazên gelê kurd ên mîna şîrê dayika wan helal biaxivin û nîqaş bikin. Rêya me rêya azadî û yekitiyê ye. Rêya me vekirî ye.”    ‘TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Serêkaniyê Ugur Kahraman jî ev tişt anî ziman: “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî qanûnên înfazê, hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re maf e. Lewma jî divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Têkoşîna me ya ji bo vê jî dê bidome.”    Namzeta hevşaredariyê Rahşan Yazar jî wiha got: “Ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî îro li hemû qadan belav bûye. Bandorê li tevahiya civakê dike. Ev yek li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Hêvîdarin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Ji tecrîdê re na.”    Piştî daxuyaniyê, girseyê govend gerand. Meşvanan, berê xwe dan navçeya Wêranşarê.