Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin 2024-02-11 12:08:42   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digire da zanîn ku dê di 13’ê sibatê de li Amedê bin û banga xwedîderketina li meşê li xelkê Amedê kir.    Di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li Qers û Wanê “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Tê payîn ku her du baskên meşê di 13’ê sibatê de li Amedê bigihijin hev. Yek ji meşvanan Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir banga tevlibûna meşê li xelkê Amedê kir.    BANGAWAZIYA BAYINDIR    Bayindir, ev tişt anî ziman: “Weke du baskên Meşvanên Azadiyê em ê di 13’ê sibatê de li Amedê bigihijin hev. Ji bo xelkê Amedê banga me ev e; em di wê baweriyê de ne ku hûn ê xwedî li vê meşa mezin a dîrokî derkevin. Weke ku tê zanîn Amed paytexta têkoşîna gelê kurd e. Em di wê baweriyê de ne ku meşvanên azadiyê dê di 13’ê sibatê de li Amedê bi şêweyê mîhrîcanê bên pêşwazîkirin. Banga me ji bo xelkê Amedê ew e ku ji îro ve tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal û gund bi gund xwedî li vê meşê derkeve û tev li meşê bibe.”