Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne 2024-02-11 16:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin û wiha gotin: “Hûn tekoşîn û berxwedanê ne tenê wek arîkaran dimeşînin, hûn bixwe bûne tekoşîn, bûne berxwedan. Em gelek şanaz û bextewar in ku em xwedî dayikên mîna wek we ne. Rûmet û şerefa ku em ji we digirin bêdawî ye."   Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Di  çalakiyên îro de nameya hevpar a girtiyên siyasî şandin hate xwendin.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 69’an de berdewam kir. Li eywana ku Nobet lê tê lidarxistin pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civâkî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakgerên pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Komeleya Ekolojiyê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hatin serdana çalakvanan.    Di tevahiya çalakiyê de “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Çalakî bi strîna stranên kurdî berdewam kir.    ÊLIH   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 11’an de berdewam kir. Dayikan, binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de vegotin. Her wiha nameya girtiyekî hate xwendin. Di nameyê de girtî bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî da.    STENBOL   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 61’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan.  Em ê bi hêza xwe tecride bişkînin u jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Gelek kes îro hatin serdana çalakiyê. Rêxistinên DEM Partiyê yên Gungoren û Bakirkoyê jî di nava ziyaretvanan de cih girtin. Di çalakiyê de nameya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de hate xwendin. Di vê navberê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Nobet, bi gotina stranên kurdî berdewam kir.    WAN    Nobeta Edaletê ya Wanê jî di roja 69’an de berdewam kir. Nobeta ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, îro ji hêla Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê ve hate pêşwazîkirin. Di çalakiyê de nameya girtiyên siyasî hate xwendin.  MÊRDÎN Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê hatiye destpêkirin jî bi serdanan berdewam kir. Di nobetê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Ziyaretvanan gotin ku ew bi dayikan re ne. Ji Dayikên Aştiyê Atiye Yilmaz di çalakiyê de axivî û wiha bal kişand ser armanca çalakiyê: “Heta Rêbertiya me azad dibe dê çalakiya me bidome. Dijmin çiqas bi ser me de bê jî dê ev têkoşîn bidome. Heta ku Serok û zarokên me azad dibin em ê li vir bin. Heta Serok azad dibe divê kurd nesekinin. Em naxwazin mirin çêbibin. Banga me ji bo Erdogan e; divê Serokê me êdî azad bibe.” Ji Dayikên Aştiyê Fahriye Alpaslan jî diyar kir ku ji bo azadiyê nobetê digirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin rojên xweş bibînin. Em dixwazin bi zarok û serokê xwe re bin.”   NAMEYA GIRTIYAN   Nameya hevpar a girtiyên siyasî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de cih digirin şandin wiha ye:     "Di erefeya salvegera 25’ emîn a komploya navdewletî de dayikên me yên ji bo edaletê têdikoşin bi rêz û hezkirinên xwe yên germ silav dikin. Ji destên we yên afirinêr, hemû bedewiyan û sembola keda pîroz in diramûsin. Hemû daxwaz û hewldana me ji bo rawestandina rondikên çavên we û avakirina welate kî azad e.    EM GELEK ŞANAZ IN KU EWLADÊN DAYIKÊN MÎNA WE NE   Dayikên hêja; hûn tenê rondikan nabarînin, doza ewladên gelê me yên herî bedew û leheng jî didin meşandin. Di qadên tekoşînê de we rêz wergirtiye û mil daye tekoşîna ewladên xwe. Hûn tekoşîn û berxwedanê ne tenê wek arîkaran dimeşînin, hûn bixwe bûne tekoşîn, bûne berxwedan. Em gelek şanaz û bextewar in ku em xwedî dayikên mîna wek we ne. Rûmet û şerefa ku em ji we digirin bêdawî ye. Armanca bingehîn a tekoşîna me ya pêncî salî jî ev e ku rondikên çavên dayikên me êdî bêne sekinandin. Em dizanin ku encax bi vî awayî em ê bikaribin ewladîbûyîneke layîq ji we, dayikên hêja re bikin. Bi derfetên pir bisînor jî be, em li ser çapemeniyê çalakiyên we Nobeta Edaletê dişopînin.   Daxuyanîyên ku hûn didin û dixwînin em bi vî awayî fêr dibin. Ev sekna we, ew hest û ramanên we kêfxweşiyeke mezin dide me û em ji vê sekn û helwesta we hêzeke pir mezin werdigirin. Em dizanin ku hûn peyrewên dayika xwedawend, peyremê Meryema ku qewet daye Îsa, Amîneya ku nekarî murîveta Mihemedê êtim bibîne û peyrewê dayîka me Uveyş in. Dîsa em dizanin ku hûn ew qas xwedî rastî û heqîqeta jiyanê ne ku, hemû ehlê zilmê werin jî li hemberî ronahiya we nikare tiştekî bikin û dê tune bibin. Ji roja ewilî heta niha we, em tenê nehîştin. Hûn bûn Dayikên Şemiyê û lî qadan li pey şopa zarokên xwe yên ku hatin windakirin ketin. Li hember xwînê, şer û rondikên çavan hûn bûn Dayikên Aştiyê û me tekoşîn meşand. Hûn ew qas bi hêz in ku, carinan di nava qutiyan de perçeyên zarokên we ji were hate şandin. Lê dîsa jî hûn dev ji tekoşîna xwe berneda.    EM Ê JI HER DEMÊ BÊHTIR BI HEV RE TÊBIKOŞIN   Carinan jî xwîna zarokên we li lat û zinarên welatê me niqutî û tev li vê axa pîroz bû. Carinan hûn kolanan de bûn Dayika Taybet, carinan jî bajar bi bajar li ber derê zindanan pey şopa zarokên xwe ketin. Ma dîsa jî bilî me û me kî dê bikaribe wan êş û elemên we yên bêhempa fêm bike! Lê sed mixabin ku em jî gelekî wisa ne, xayînên me jî pir in. Him ji bo îro, him jî ji bo paşerojê em neçarin ku bi feraseta 'berxwedan jiyan e' ji her demê bêhtir bihevre têbikoşin û li ber xwe bidin.    BANGA JI BO GEL   Tevgera Azadiyê bi dostên gelê me re bi armanca Azadiya Rebêr Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd a siyasî pêngavek da destpêkirin. Tevlibûn û bandora vê pêngavê jî her ku diçe mezintir û bilindtir dibe. Dema em armanca pêngavê li ber çav digirin, em dibînin ku pêvajoya em tê de derbas dibin pêvajoyeke gelek girîng û dîrokî ye. Ji ber wê mezinkirina pêngavê ne tenê erkekî polîtîk e, deynê me yê hemberî gel û Serokatiya me ye û ev jî berpirsiyariya me ya exlaqî ye. Di 25’emîn salvegera komploya navdewletî de karê me yê herî pîroz bêguman bi temamî rûxandina komplo û belavkirina wê ye. Ji zarok heya pîr û kalan, çi jin û çi jî mêr be, di vê pêvajoyê de ji herkesî re kar û xebateke ku bikaribe bimeşîne heye. Bi vê zanebûn û baweriyê em bang li gelê me dikin ku tev li tekoşîna dayikên me yên hêja bibin. Ji bo ku em bikaribin bihevre tekoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, divê gelê me û dilsozên azadiyê bi giyana seferberiyê têkevin nav liv û tevgerê.    SERKEFTIN A ME YE   Dayikên me yên hêja! Li ser navê zarokên we yên zindanan me xwest bi çend gotinan berxwedana we silav bikin. Em jî wek ewladên we pir bişanaz in ku di pêvajoyek wîsa de li rex we, bi qasî ku ji destê me tê tevkariyên xwe li pêvajoyê dikin. Em bawer dikin ku têkoşîna me ya hevpar a çiya, zindan û gel dê me bigihîne serkeftinê.  Bi wan hestan em Komploya 15’ê Sibatê bi nefreta şoreşgerî lenet dikin, bi hestên herî ji dil we silav dikin û spasiyên xwe li we dikin. Em careke din dibêjin ku serkeftin a me ye."