Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne 2024-02-12 09:07:27   STENBOL - Fînce Akman a çû serdana kurê xwe Yakûp Akman ê li Girtîgeha Marmarayê di greva birçîbûnê de diyar kir ku zextên li girtîgehan zêde bûne û wiha got: "10 deqîqeyan dereng anîn cihê hevdîtinê. Di ketine girtîgehê de lêgerîneke dijhiqûqî li me hate kirin.    İSTANBUL - Marmara Cezaevi’nde açlık grevinde olan oğlu Yakup Akman'ın görüşüne giden Fince Akman, cezaevlerindeki baskıların arttığını belirterek, “10 dakika geç görüşe getirildiler. Girişte usulsüz aramaya maruz kaldık” dedi.    Di 19’ê îlona 2019’an de li Daristana Aydosê ya navçeya Pendîk a Stenbolê şewat derket û Yakup Akman jî ji bo vemirandina şewatê li ekîbên agirkujiyê û saziyên din geriya. Tevê vê yekê jî hate girtin û 25 sal û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Akman, li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tev li greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çareserî” de hatiye destpêkirin bû. Dayîk Fînce Akman ku 8’ê sibatê roja pêncşemê çû girtîgehê û bi kurê xwe re hevdîtin kir, tiştên li girtîgehê diqewimin ji ajansa me re vegot.   Akman a di heman demê de çalakvana Nobeta Edaletê ya di 13’ê kanûna 2023’yan de li Stenbolê hatiye destpêkirin e, diyar kir ku girtî 10 deqîqeyan dereng tînin odeya hevdîtinê. Akman, diyar kir ku wan ji rewşa girtiyan fêm kir ku pirsgirêkek heye û wiha got: “Ji moralê wan diyar bû. Ji bo her 5 girtiyên derketin hevdîtinê 12 gardiyan hatibûn peywîrdarkirin. 6 gardiyan li kabîna hevdîtinê ya girtî lê digeriyan. Her 6 gardiyanên din jî li aliyê me digeriyan. Bi taybetî jî gelek nêzî min û lawê min bûn. Demek ew jî dizanin ez nobeta Edaletê didomînim. Ji ber vê yekê rast û dirûst me nekarî bi hev re biaxivin.” Akman, anî ziman ku di ketina girtîgehê de jî rastî pêkanîneke lêgerîna tazî hatine û wiha berdewam kir: “Di ketina girtîgehê de lêgerîneke dijhiqûqî li me hate kirin. Wan goreyên me derxistin û heta porê jinan jî vekirin.”   ‘TÊKOŞÎNA ME JI BO HERKESÊ YE’     Akman, anî ziman ku hewl tê dayîn hem girtî hem jî ew bi pêkanînên wiha bên tirsandin û wiha lê zêde kir: “Em natirsin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi salan e bi tundiyê bi ser me de tê. We em şewitandin, em kuştin, em qetil kirin, em dîsa netirsiyan. Heke aştî çêbibe kes namire. Çima hewl nadin vê nobetê fêm bikin? Çima sedemê grevên birçîbûnê napirsin?”   Akman, bi bîr xist ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 35 meh in agahî nayê girtin û got: “Hebûna Serokatî hebûna me ye. Ji ber ku bi saya wî me xwe nas kir. Ji vê saetê û şunde jî em tu car paş ve gavê naavêjin. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe em nikarin li malên xwe birihetî razin. Nêzî du meh in em di çalakiyê de ne. Ev çalakî ne tenê ji bo kurdan ji bo herkesê ne.”   Akman, anî ziman ku dayik ji ber têkoşîna xwe tên binçavkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwedî lê derketina zarokên me sûc e, qedexe ye? Kes heye ku xwedî li zarokê xwe dernekeve? Em dayik in helbet em ê xwedî derkevin. Em ê li Serokatiya xwe jî xwedî derkevin. Piştî hevdîtinê rewşa kurê min qet ji bîra min neçû. Em nikarin serê xwe bi rihetî deynin ser balîfî.”