Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye 2024-02-12 10:55:53   MÊRDÎN - Nûnerên rêxistinên demokratîk û siyasetmedarên meşa xwe ya bi daxwaza “azadî û çareseriyê” li navçeya Şemrexê domandin, peyama “Dem dema azadiyê ye” da.    Meşa Mezin a Azadiyê ya di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike. Meşvanên ji siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk pêk tên û di baskê Wanê de cih digirin, meşa xwe îro li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê domandin. Meşvanan, îro li herêma çoltar a di navbera navçeyên Dêrîk û Şemrexê de dimîne dest bi meşa xwe kirin. Meşvanên demekê govend gerandin pişt re derbasî navenda bajêr bûn.    PÊŞWAZÎKIRINA BI COŞ   Meşvan, li petroleke li bajêr bi dahol û zirnê hatin pêşwazîkirin. Balkêş bû ku di nava girseyê de hejmara jinan zêde bû. Gelek kes jî bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pêşwazîbûnê bûn. Welatiyên qûrnefîl dan meşvanan, demekî dirêj govend gerandin.    Meşvan, pişt re bi girseyê re heta qada bajêr meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Welatiyên li ser rêya meşê bi îşaretên serkeftinê û çepikan bûn şirîkê coşa meşvanan.    KOCA: MEŞA ‘ÊDÎ BESEYÊ’ YE   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca ya piştî meşê axivî, daxwaz anîn ziman û wiha got: “Ji bo aştiyeke mayînde ji bo wekhevî û azadiyê dimeşin. Ev meş li dijî tarîtiya faşîzmê vekirina rêya komara demokratîk e. Ji ber wê yekê meşa qewitandina tarîtiyê ye û dîtina rêyeke nû ye. Meşa gelê kurd a diyarkirina çarenûsa xwe ye. Meşa Dayikên Aştiyê ya ‘Êdî beseyê’ ye. Meşa gelê kurd a bedelên herî giran daye ye.”   Koca, bal kişand çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha berdewam kir: “Hezar silav ji greva birçîbûnê ya ji bo aştiyê bûye dengek re. Silav ji Nobetên Edaletê yên di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de tên meşandin. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin.”  Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şemrexê Hamdîn Demîr û Kûdret Ûçûkê jî meşvan silav kirin û gotin: “Heta ku ev pirsgirêk çareser bibe dê meş berdewam bike. Dem dema azadiyê ye.”   Rawestgeha din a meşvanan dê bibe navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê.