Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin 2024-02-12 11:11:23 WAN - Îro serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û 5 ciwan binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de, polîsan li taxa Koyîçî ya navçeya Artemêtanê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de ciwanên bi navê Amed Teke, Mûhammet Yûsûf Demîr, Kasim Moho, Polat Moho û Sîmar Işik hatin binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirina ciwanan de tu agahî nehat bidestxistin. Hat destnîşankirin ku polîsan ciwan birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.