Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin 2024-02-12 12:11:38 STENBOL - Danişîna 10’emîn a doza ku xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê jê tên darizandin hate taloqkirin.    Danişîna 10’emîn a doza ku derbarê xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin de jinûve hate lidarxistin. Doza ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” , “Sorkirina gel” û “Pesindayîna sûc û sûcdariyê” hatiye vekirin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hate lidarxistin. Parêzerên rojnamevanan Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz tev li danişînê bûn.    Dadgehê, daxwaza parêzeran a parastinê ya li dijî mutalaya derbarê esasê û lêkolîna raporên kesên pispor de qebûl kir û danişîn taloqî 9’ê gulanê hate kirin.    CEZA TÊ XWESTIN    Di dozê de edîtorên kevin ên rojnameyê Hîcran Urun, Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglû, Îshak Yasûl, Pinar Tarlak û Xwediyê Îmtiyazê Îhsan Yaşar tê darizandin. Dozger, di mutalaya di 7’ê nîsana 2022’yan de pêşkeşî dadgehê kir de daxwaz kiribû ku rojnamevan bi îdiayên jê tên sûcdarkirin bên cezakirin.