Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin 2024-02-12 14:19:22 MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê li Keleha Zerzevanê ya li navçeya Xana Axparê bi van gotinên Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan bang kirin: “Çîroka çanda ku mirovahiya îro afirandî li vê xakê veşarî ye. Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşarî ne.”    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 12’an de berdewam dike. Baskê meşê yê Wanê piştî navçeya Şemrexê derbasî navçeya Xana Axpar a Amedê bû.    GOTINÊN OCALAN   Rawestegeha ewil a meşvanan, Keleha Zerzevanê bû. Dema meşvan li kelehê digeriyan, rastî eleqeyeke mezin a ziyaretvanan hatin. Ziyaretvanan bi meşvanan re wêne kişandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş li quntarê Keleha Zerzevanê ji pirtûka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beşek xwend.    Di beşa hatiye xwendin wiha tê gotin: “Projeya çareseriya demokratîk a gelê Kurdistanê mirov kelecan dike. Çawa ku kurdan di pêşxistina şarirstaniya civakî ya çînî û bidewlet a Sumeran de roleke sereke lîstibin û sûdekî mezin dabin dîrokê, di roja me de jî di senteza Heleneke nû de nasnameya Rojhilata Navîn dirêsin. Dê ‘Teşî’ya kurdan bigere û Rojhilata Navîn bigihîne serdema şaristaniya demokratîk. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku ‘nebin xulamên Gilgameş û Îskenderên nû.’ Armanc ew e ku îcar bibin çavkaniya hêviya şaresitaniyê ya tevlibûnên gelan ên bêyî efendiyan. Taybetiyên gerdûnî di hembêza xwe de stare dike û di şeveqa ‘şaristaniya demokratîk û ekolojîk a gelan de’, dê tîrêjên ewil ên ronahiyê carek ewil bidin. Çîroka çanda mirovahiya îro afirandî di vê xakê de veşartî ye. Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşarî ne.”    LI XANA AXPAR PÊŞWAZIYA BICOŞ   Meşvan, piştre jî derbasî navenda navçeyê bûn. Girseyeke qelebalix, meşvan bi dahol û zirneyê pêşwazî kirin. Piştre jî heta avahiya DEM Partiyê meş hate lidarxistin. Gelek welatiyan jî di şaneşînên malên xwe de meşvan silav kirin.    Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku daxwazên wan ew in ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û aştî bê. Turkoglû, wiha domand: “Ji bo rakirina tecrîdê îro bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne. Her wiha dayik jî di Nobeta Edaletê de ne. Em bi hev re vê Meşa Azadiyê mezin dikin. Em, hêviyê bi Meşa Azadiyê mezin dikin. Em, silav germ a me ji Serhedê aniye digihînin Amedê. Werin em bi hev re xwedî li vê berxwedanê derkevin. Werin em bi hev re bibêjin ‘tecrîdê rakin û bila aştî bê vî welatî.’”