Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê 2024-02-12 16:56:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di Meşa Mezin a Azadiyê de cih digirin li Êlihê çûn serdana Nobeta Edaletê.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome.    WAN   Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 70’an de berdewam kir. Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’a Wanê û DÎSK’ê hatin serdana çalakvanan. Di heman demê de Rêxistina DEM Partiyê ya Ebexê û şêniyên taxên Buzhane û Hatuniyeyê jî di nava ziyaretvanan de cih girtin.    Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî-Sen) Tîmûr Sayyîgît di çalakiyê de axivî û got ku ew girîngiyê didin Nobeta Edaletê. Sayyîgît, wiha domand: “Em ê her tim piştgiriyê bidin çalakiyê. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê piraniya barê têkoşînê li ser milên dayikan e. Tekane daxwaza dayikan jî aştî û wekhevî ye. Ji bo edaletê bê welatekî divê ji ewil wekhevî û aştî hebe.”    Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 70’an de berdewam kir. Li eywana ku Nobet lê tê lidarxistin pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civâkî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakgerên pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Îro jî gelek kes hatin serdana nobetê. Rêveberên Komeleya 78’an û Şaxa Genel-Îşê jî di nava ziyaretvanan de cih girtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    Hevserokê Komeleya 78’an Ahmet Ertak di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em berxwedanê silav dikin û serkeftinê dixwazin. Ev roj dê di dîroka gelê kurd de cihekî girîng bigirin. Keda dayikan di vê şoreşê de xwedî cihekî birûmete.”    ÊLIH    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 12’an de berdewam kir. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê de cih digirin hatin serdana xizmên girtiyan.    Ji meşvanan Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Edalet Kaya berxwedana dayikan silav kirin û peyama “Ji bilî azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan tu vebijêrkên din nînin” dan.    Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltay Ozboy jî got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran û deverên cîhanê têkoşîn tê dayîn.    Çalakiya nobetê bi stran û dirûşman berdewam kir.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de û bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER)  ve hatiye destpêkirin di roja 71’an de berdewam kir. Meclisa Dayikên Aştiyê tev li nobetê bûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Ji Dayikên Aştiyê Zeynep Alagaş di nobetê de wiha got: “Heta ku tecrîda li ser rêberê me û girtîgehan hebe dê têkoşîna me jî bidome. Em edalet û aştiyê dixwazin. Heta ku serokê me azad dibe jî dê nobeta me bidome.”    Nobe bi stranên dayikan berdewam kir.    EDENE    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin jî li avahiya komeleyê berdewam kir. Dayikên Aştiyê yên di nobetê de cih girtin gotin ku ew ji bo bibin dengê girtiyan li vir in û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.    MÊRDÎN   Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê yên ji navçeya Qoserê hatin û xizmên girtiyan nobeta îro dewr giritn. Nobet, bi strîna stranan hate domandin û gelek kes hatin serdanê.    Havva Zamur ku keça wê Cîhan Oner li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin got ku keça wê bi birîndarî hate girtin û niha birîna wê baş e. Zamur, wiha domand: “150 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn. Emrê wê têr nake ku cezayê xwe xelas bike. Em îro ji bo aştiyê nobetê digirin. Em ji bo azadiyê nobetê digirin. Di serî de serokê me, em dixwazin hemû girtî bên berdan. Di serî de jî em dixwazin Serokê me azad bibe.”