Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e 2024-02-13 15:22:19   AMED - Sekreterê Giştî yê Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd Ahmet Kaya bal kişand ser serhildana Şêx Seîd û got: “Ji hêla tunehesibandina mafên kurdan ve roja me ji 1925’an cudatir nîn e. Tunehesibandina mafê neteweeykê nayê qebûlkirin."    Bi boneya salvegera Serhildana Şêx Seîd a di 13’ê sibata 1925’an de, Komeleya Perwerde, Çand û Pişteveaniyê ya Şêx Seîd li avahiye komeleyê daxuyanî da. Sekreterê Gştî yê Komeleyê Şêx Seîd Ahmet Kaya, tevî rêveberiya komeleyê daxûyanî da û anî ziman ku serhildan bandora xwe li ser roja me ya îro jî kiriye û der barê serhildanê de wiha axivî: “Serhildana ku gelê kurd daxwazên xwe yên rewa aniye ziman e.” Kaya, destnîşan kir ku serhildan piştî hewldana provakasyonê, wek bertek dest pê kiriye û wiha nirxand: “Serhildana Şêx Seîd ji perçeyeke bingeha têkoşîna kurd a neteweyî ye.”    ‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIRYARA TÊKOŞÎNÊ TÊ DAYÎN’   Kaya, diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi piştgiriya mêtingeriya Ingilistanê, Kurdistan kirin 4 perçe û di navbera dewletên tirk, ereb û farisan de hate parvekirin û wiha pê de çû: “Civaka kurdan wek siyasî, çandî, dîrokî hate înkarkirin. Ataturk jî di pêşiyê de soza xweseriyê dabû kurdan lê belê saziyên perwerde û medreseyên kurdan hatin girtin û li dijî kurdan pêvajoya asîmîlasyonê dane meşandin. Kurdên di bin banê Tevgera Azadiyê li hev kom bûne û ji bo mafên xwe bi dest bixin xebat dane destpêkirin. Ji serokê Tevgera Azadiyê Xalid Begê Cibranî û mebûsê Bedlîsê Yûsûf Ziya Beg hatin girtin û serî li îfadeya Şêx Seîd jî dane. Li ser vê yekê Şêx Seîd ji Xinûsê derbasî Pîranê dibe. Li ser rêyê serdana gelek cihan dike, civînan li dar dixe û pêşniyarên serokeşîrên kurd digire. Li ser van nêrînan hin pêşniyar derdikevin pêş û biryara têkoşîna hevpar dide.”    Kaya, anî ziman ku dema  civîn li mala Pîranê dihat kirin, leşker hatin û ji xwediyê malê xwestine ku şervanê kurd Nebiyê Vartoyî teslîmî wan bikin û da zanîn ku piştre pevçûn derketiye. Kaya, diyar kir ku “provakasyona” ku tê de çek hatine bikaranîn, weke “serhildan” dane pênasekirin û da zanîn ku daxwazên rewa yên Şêx Seîd û hevalên wî, weke serhildanê girtin dest û ji bo mudaxileya leşkerî kirin bingeh.   ‘TUNEHESIBANDIN JI SALA 1925’AN CUDATIR NÎN E’   Di dirêjiya axaftina xwe de Kaya anî ziman ku piştî bûyer qewimîn, li Kurdistanê nerazîbûn û protestoyên mezin pêk hatin û wiha pê de çû: “Piştî îtîraza Şêx Seîd, di bingeha têkoşîna heya roja me tê maşandin de daxwaza nasname, ziman, nirxên însanî, mafên civakî û siyasî hene. Ev daxwaz, daxwazên însanî û pêdiviyên demokrasiyê ne. Ji hêla tunehesibandinê ve roja me ji salên 1925’an de cudatir nîn e. Qedexekirina ziman, înkarkirin û  zext, girtin, sirgûn û qetlîamên bi vê armancê tên kirin jî ne kiriyarên olî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî ne. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.”    ‘DIVÊ EM LI ÇARESERIYÊN BIDAWÎKIRINA ZILMÊ BIGERIN’   Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî destnîşan kir ku di dîroka kurdan de rojên reş û komplo pir in û wiha got: “Divê em çareseriyên xelaskirina zilma ku bi sedan sal in tê meşandin bigerin. Em ê çawa bidawî bikin, divê em vê bifikirin. Partiyên siyasî, pêşeng, rûspî û alim divê li ser vê mijarê bifikirin û li rêyeke çareseriyê bigerin.”