Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne 2024-02-13 16:27:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erzinganê di madena aîdî Anagold Madencîlîkê de, hezaz çêbû. Gelek kes di bin axê de man.  Li navçeya Licik a Erzinganê li Madena Çoplerê ya aîdî Şîrketa Anagold Madencîlîkê de hezaz çêbû. Di madenê de ku tim kapasîteya wê hat zêdekirin, bi tonan ax hilweşiya. Gelek karker di bin axê de man.    WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ: 9 KARKER WINDA NE   Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ku di weşaneke zindî ya qenalekê de axivî, daxuyand ku 9 karker winda ne û got: "Ji 667 xebatkaran 9 jê kêm in. Xebat bi 400 personelî didome."    WEZÎRÊ DADÊ: 4 DOZGER HATIN WEZÎFEDARKIRIN   Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç jî got ku têkildarî bûyerê lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin û ji bo vê 4 dozgerên komarê hatine wezîfedarkirin.    ŞAREDAR: 9 KES DI BIN AXÊ DE NE   Şaredarê Erzinganê Bekîr Aksûn jî got: "Amadekarî temam in, xebat tên kirin. Ekîb hatin berhêlîkirin. Li gor daneyên ewil 9 kes di bin axê de ne."