Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin 2024-02-13 21:35:07   MERSÎN - Li Mersînê ji 14 kesên hatibûn binçavkirin 2 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Mersînê di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" da meşandin de, li Mersîn û navçeya wê Tarsusê, rêvebera Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nûray Şahîn û Fatma Demîr, Yilmaz Sevdîk, Hasan Huseyîn Bayar, Rojhat Tûtmaz, Mûhammet Tûtmaz, Firaz Aka, Abdullah Çetîn, Hamdullah Ozen, Zana Temîr, Ûgûr Can Saîn, Sînan Dayan, Serhat Yildirim û Abdulkadîr Ayhan di nav de 14 kes binçav kiribûn.   Ji 14 kesên hatin binçavkirin Fatma Demîr û Zana Temîz bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin girtin.