Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin 2024-02-14 09:04:09   RIHA - Mehmet Ekîncî yê ku berê ji AKP'ê Şaredarê Eyyubiyeyê bû, ji aliyê Partiya Refahê (YRP) wekî namzetê şaredariyê hat nîşandan. Ekîncî yê ku Wezareta Karên Navxweyî destûr neda bi sûcdariya "binpêkirina îhaleyê" û "îstîsmarkirina wezîfeyê" der barê wî de lêpirsîn bê destpêkirin, ji ber sûcê "gef" li Noûrîa E.H. ya spanî xwariye û "heqaret" lê kiriye, tê darizandin.    Mehmet Ekîncî ku di navbera salên 2014-2019'an de li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê ji AKP'ê şaredarî kir, ji aliyê Partiya Refahê (YRP) ve ku vê dawiyê tev li wê bû, wekî namzetê şaredariyê hat nîşandan. Serokê YRP'ê Fatîh Erbakan, rozeta partiyê bi Ekîncî vekir.   Ekîncî yê AKP'î di dema şaredariyê de, bi nelirêtî û binpêkirina îhaleyan rojev bû.   NELIRÊTÎ HAT KIRIN   Ekîncî, piştî dest bi kar kir bi salekê di sala 2015'an de, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, bi hinceta di îhaleyên Şaredariya Eyûbiyeyê d enelirêtî hatine kirin, der barê Ekîncî de lêpirsînd a destpêkirin.    Ekîncî ku bi îdiaya "îhale binpê kiriye" û "îstîsmarkirina wezîfeyê" hat sûcdarkirin, Wezareta Karên Navxweyî nehişt der barê wî de lêpirsîn bê destpêkirin.    Wezaretê di 22'yê Hezîrana 2015'an de li ser daxwaza destûra pêşlêkolînê ya Alîkarê Serdozgerê Komarê, Walîtiya Rihayê wezîfedar kir.    Piştre daxwaza lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê di 15'ê Hezîrana 2016'an de bi hinceta "azadiya îhaleyên cemaweriyê" hat redkirin.   ‘GEFXWARIN' Û 'HEQARET'   Ekîncî yê ku Wezaretê destûr neda der barê wî de lêpirsîn bê vekirin, ji ber giliya jina spanî ya bi navê Noûrîa E. H. der barê wî de bi sûcên "gefxwarin" û "hewaretê" doz hat vekirin.    Mexdûr Noûrîa E. H. di sala 2020’î de bi hinceta rastî taciz, gef û heqaretên Ekîncî hatiye, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Noûria ku pispora pêşkeftina karsaziya navneteweyî ye û şîrketek wê li Îngilî-istanê dixebite heye, di serlêdana xwe de diyar kir ku wê di sala 2019'an de bi şîrketa medîkal ya Ekîncî re li ser karekî li hev kiriye û têkiliyeke wan a bazirganiyê çêbûye, lê paşê ev yek veguheriye têkiliyeke dildariyê û ji ber vê amadekariyên zewacê kirine.    DELÎL PÊŞKÊŞÎ DOZGERIYÊ KIRIN   Noûrîa anî ziman ku di vê serdemê de deynê wê yê li Ekîncî her çûye zêdetir bûye, lê gava Ekîncî bi israra nexwestiye deynê wê bide, têkiliya di navbera wan de qediyaye û vê carê jî rastî gef û heqaretên Ekîncî hatiye. Noûrîa paşê tevî jineke mexdûr serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê daye û giliyê ekîncî kiriye.    Noûrîa peyama ku Ekîncî jê re şandiye, dîmenên wan girtiye û wekî delîl daye ber dozger. Peyam bi vî rengî ye: " wiha girt: “Ez ê heta dawiya emrê xwe li pey te û hezkiriyên te bim. Jiyana te û hezkiriyên te niha di xetereyê de yee. Tu û hezkiriyên te êdî mirine.”   Piştî ku bûyer di çapemeniyê de cih girt, Ekîncî hewl da nûçeyên der barê xwe de betal bike. Biryara sexte ya dadgehê yji Rojnameya Yenî Yaşam û gelek saziyên din ên çapemeniyê re şand. Piştî ku derket holê ku biryara dadgehê sexte ye, xebatkarên Ekîncî îdiayeke bi vî rengî kirin: "Li hemberî serokê me êrişeke sîberê hat pêkanîn."    Piştî ku îdianameya dozgeriyê hat qebûlkirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê der barê Mehmet Ekîncî de doz hat vekirin û darizandina wî dest pê kir.    KESKÎN: EKÎNCÎ JINAN BIÇÛK DIBÎNE   Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku parêzertiya Noûrîayê dike, diyar kir ku bersûc Ekîncî di peyamên xwe de heqaretên zayendîparêz li muwekîla wê kirine û bi kuştinê gef lê xwarine. Keskînê diyar kir ku ev hemû bi belge ne û wiha got: “Li Îngilistanê li hemberî Mehmet Ekîncî biryara parastina muwekîla min hat dayîn. Ekîncî, jinan wekî cinseke biçûk dibîne û xwedî feraseteke mêrserweriyê ye. Berê di nava AKP'ê de bû, niha ji YRP'ê bûye namzetê Şaredariya Eyyubiyeyê. Dema em helwesta YRP'ê ya li hemberî Peymana Stenbolê tînin bîra xwe, em namzetiya Ekîncî ya di vê partiyê de wekî titşekî normal dibînin. YRP partiyeke serdest a mêran û feodal e. Li hemberî jinan û LGBT'yan xwedî zimanekî nefretê ye. Lê hêvîdar im dê şêniyên Eyûbiyeyê raya xwe nedin Mehmet Ekîncî."    Danişîna heftan a doza der barê Ekîncî de dê di 19'ê Sibatê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê bê lidarxistin.    MA / Ceylan Şahînlî