Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke 2024-02-14 09:05:31   ŞIRNEX - Parêzer Haşîm Togûrlû ku bi daxwaza hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da, got: "Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê rê li ber aştiya civakî veke."   Di 22'yê Çileyê de hezar û 330 parêzer ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê girtin û 35 meh in agahî jê nayê girtin bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Ji van parêzeran Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê Haşîm Togûrlû, diyar kir ku eger azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê, wê pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser bibe.   Togûrlû anî ziman ku wan wekî ÎHD'ê di çarçoveya raporên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û serlêdanên malbatan de di nava 3 mehên dawî de 2 caran serî li Wezareta dadê daye û got ku armanca sereke a serlêdanên wan ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê bûye.   BINPÊKIRINA RÊGEZA WEKHEVIYÊ   Togûrlû diyar kir ku li Girava Îmraliyê tevî rêgeza wekheviyê ya di Destûra Bingehîn de, hevdîtinên malbat û parêzeran tên astengkirin û got ku bi vî rengî Destûra Bingehîn tê binpêkirin. Togûrlû anî ziman ku bêbersivhiştina daxwazên malbat û parêzeran binpêkirina duyemîn e û bibîr xist ku di sala 2011'an de dozeke bi heman rengî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye vekirin. Togûrlû destnîşan kir ku çendî ev qas dem derbas bûye jî DMME'yê hê biryar nedaye û got ku dadgehê tevî binpêkirina mafan jî erka xwe bi cih neaniye.   TECRÎD Û MESELEYA KURD   Togûrlû destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê bi tercîha dewletê ya çareseriya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û got: "Dewletê tercîheke wiha kir, lê wekî civak divê em çi bikin?" Togûrlû wiha domand: “Hemû beşên civakê yên ku xwe berpirsyar dibînin, divê li dijî van binpêkirinên eşkere yên hiqûqê dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku jiholêrakirina van pêkanînên dikin ku Komara Tirkiyeyê guh nede qanûnên xwe teşwîq dikin, divê her kes serlêdanên pêwîst bike. Weke ÎHD’ê ji bo dawî li van binpêkirinên mafan bê me serî li Wezareta Dadê da. Lê me heta niha tu encam negirtiye. Ez hêvî dikim ku em ê di demeke kin de encamê bigirin."    HELWESTA WEZARETA DADÊ   Togûrlû diyar kir ku ger serlêdanên li Wezareta Dadê hatine kirin bên qebûlkirin dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêyên demokratîk vebin û got: “Li pêşiya me pratîkek heye. Pêvajoya çareseriyê nîşanî me da ku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk çareser dibe. Hêviyek li civakê peyda bû ku ev pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin û rêya rêbazên demokratîk vebû. Me hê jî ev hêvî winda nekiriye. Wekî civak divê em hêviya xwe ya aştiyê zindî bihêlin. Çendî li hemberî me helwesteke nijadperest, cihêkar û aştiyê taloq dike û di şer de israr dike hebe jî, divê kesên xwedî wijdan bang ji bo aştiyê bikin."    ‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'   Togûrlû destnîşan kir ku muxatabê çareserkirina pirsgirêkê Abdullah Ocalan e û got: “Rakirina vê tecrîdê wê bi xwe re serkeftineke cidî bîne. Me di demên berê de dît ku destpêkirina pêvajoyeke nû ya wekî pêvajoya çareseriyê, wê hem di aliyê derûnî û hem jî di aliyê aborî de di nava civakê de aramiyeke cidî bi xwe re bîne. Li pêşiya me pratîkeke wekî pêvajoya çareseriyê heye, lê hê jî di polîtîkayên ewlehîparêz de tê israrkirin. He rkes dizane bi vî awayî dê encameke erênî bi dest nekeve."   ‘OCALAN DÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ BÎNE'   Togûrlû bal kişand ser wê yekê ku divê ji bo çareseriyê îradeyeke cidî bê nîşandan û wiha got: “Li cîhanê bi dehan mînakên çareseriyê yên mîna pirsgirêka kurd hene. Çareseriyên wan hema hema nêzîkî hev in. Tiştekî xwezayî ye pirsgirêkên gelek gelên di nava dewletan de bişibin hev du. Li Efrîqaya Başûr mînaka Nelson Mandela heye. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan jî wekî ya Nelson Mandela wê rê li ber aştiya civakî veke. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan wê bibe sedem ku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi tevahî çareser bibe û di nava civakeke demokratîk de pêş bikeve."   MA / Omer Akin