Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir 2024-02-14 09:53:17   ENQERE - Girtî Sevînç Sonmez ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Kampûsa Sîncanê û xwest di dema tedawiyê de kelemçen bê derxistin. Bijîşkê nexweşxaneyê li Sonmez ferz kir ku jê re bibêje “Ketim bextê te ku tu kelemçeyê derxînî.” Piştî Sonmez ev daxwaz red kirî, nehat tedawîkirin.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê binpêkirinên mafên tedawî û tenduristiyê yên girtiyan berdewam dikin. Ji ber ku bijîşkê revîrê bi rêk û pêk nayê girtîgehê, girtî carnan bi hefteyan nayên tedawîkirin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyan jî bi hincetên weke “wesayîta rîngê nehat” û “hejmara leşkeran kêm e” tên vehêlandin. Tedawiyên fîzîkî yên divê her du rojan carekê bên kirin jî bi heman hincetan tên taloqkirin û hema hema girtî qet nayên tedawîkirin.    DI DEMA MUAYENEYÊ DE KELEMÇE TÊ FERZKIRIN    Di 9’ê çileyê de li girtiyên birin Nexweşxaneya Kampûsa Sîncanê muayeneya destkelemçekirî hate ferzkirin. Ji girtiyên birin beşa Dahîliyeyê Şukran Aydin di derî de xwest ku leşker kelemçeya destê wê vekin. Piştî ku kelemçe hatî vekirin jî Aydin kete hundir. Bijîşkê ku Aydin dîtî li leşkeran vegeriya û ev pirs kir: “We çima ji min pirs nekir û kelemçe vekirin?” Dema Aydin jê re got ji bo muayeneyê hatiye û divê kelemçe were derxistin jî, bijîşk got divê dema muayene tê destpêkirin kelemçe bê derxistin. Aydin jî bertek nîşanî bijîşk da û wiha got: “Dema ez ketim odeyê û me hev dît, ji wê kêliyê ve muayene dest pê dike. Nexwe ya din dibe astengkirina mafê tedawiyê.”    JI BIJÎŞK SEPANA DERETÎKΠ   Piştî Aydin jî ji girtiyan Sevînç Sonmez ji bo muayeneyê birin odeya bijîşk. Di vê navberê de Sonmez xwest ku kelemçe were derxistin. Leşkeran jî got ku heke bijîşk destûrê bide dikarin vekin. Sonmez dîsa jê re got ku ji bo were muayenekirin divê kelemçe were derxistin. Li ser vê yekê bijîşk ji Sonmez re got: “Dê bibêjî ji kerema xwe hûn dikarin kelemçeyê vekin? Divê tu bibêjî ketim bextê te ku tu kelemçeyê vekî.” Li ser vê yekê Sonmez bertek nîşan da û destnîşan kir ku ev sepan sepanekî dermirovî ye û êrişekî li dijî mafê tedawiyê ye. Sonmez, bi lêv kir ku ew vê zextê qebûl nake û bêyî were tedawîkirin dîsa anîn girtîgehê.    DI TEVAHIYA ROJÊ DE DI RÎNGÊ DE HATE RAGIRTIN    Girtiya bi navê Rihan Kavak Ozbek jî salek berê tîroîda jehrî di çavê wê de xesar çêkir, emeliyat bûbû û divê her 6 mehan carekê biçe kontrolê. Dema Ozbek di 1’ê sibatê de birin Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê, lê hate ferzkirin ku di dema muayeneyê de kelemçe neyên derxistin. Ozbek jî bertek nîşan da û got ku bi vî awayî mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin. Leşkera jin a ku kelemçe ferz dikir ji Ozbek xwest ku îxbara leşkera jin a ku cara din kelemçeya wê derxistî ji bo wê bike. Leşkerên ku diviya bû Ozbek bibin nezaretxaneyê, li wesayîta rîngê siwar kirin û ji serê sibehê heta êvarê di wesayîtê de dan sekinandin.    MA / Dîclle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê