Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke 2024-02-14 10:03:16   ENQERE - Wekîla Parlamentoya Îspanyayê Laura Castel, diyar kir ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke di cîhanê de mînaka wê nîne tê pêkanîn û wiha got: “Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hêzên kurewî li pêş mudaxileya li dijî Rojhilata Navîn weke astengiyekê didîtin, bi komployeke navnetewî di 15’ê sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Ocalan ji wê rojê ve li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye.    Komploya ku Ocalan weke “Operasyona herî mezin a Gladiyoya NATO’yê” penase dike, di nava 25 salan de weke ku tecrîda li dijî wî tê sepandin hate berdewamkirin. Ji ber ku bi qedexeyên hevdîtinên malbat û parêzeran û mafê telefonê yê nayê nasîn, tecrîd veguheriye agahînegirtineke mûtleq û 35 meh in bi tu awayî ji Ocalan agahî nayên wergirtin.    Parlamentera Koma Çep a Îspanyayê û di heman demê de keseke di nav Şandeya Aştiyê ya Navnetewî de cih digire, di salvegera komploya navnetewî de têkildarî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kirin.    ‘ÎMRALI LABORATUVARA PÊKANÎNÊN HERÎ XERAB E’    Laûra Castel, anî ziman ku rejîma tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê laboratuvara pêkanînên herî xerab e û ji bo tevahiya pergala girtîgehên li Tirkiyeyê bûye mînak û ev rewş li ber çavan tê dîtin. Laûra Castel, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tu rejîmên ku em dizanin name, axaftina bi telefonê, serdan û têkiliya derve bi awayekî demdirêj nesekinandine.”   ‘DIFIKIRIN KU BI BÊDENGKIRINA OCALAN DÊ GELÊ KURD BÊDENG BIKIN’    Castel, diyar kir ku tê dîtin rayedarên tirk bi tevgera kurd re ji bo jinûve destpêkirina muzakereyên siyasî yên aştiyane bi tevgera kurd re eleqedar nabin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bi temamî tê tecrîdkirin. Yekane kesê ku li ser navê kurdan bikare ji muzakereyan re rêbertiyê bike jî ew e. Difikirin ku bi bêdengkirina Ocalan dê gelê kurd bêdeng bikin.”   Castel, da zanîn ku di meha gulana 2023’yan de weke Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê piştî serdana Tirkiyeyê ji bo Girava Îmraliyê serî li CPT’yê dabûn lê CPT’yê hêj bersivek nedaye wan û wiha lê zêde kir: “Em parlamenter di her civîna lijneya giştî ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê dikarin dem û amûrên xwe derbarê rewşa birêz Ocalan de ji saziyên Konseya Ewropayê bipirsin û ji bo ji wan daxwaza avakirina aştiyeke civakî bikin dikarin bikarbînin. Di rûniştina dawî de hinekan ji me ev mijar anîn rojevê û rewşa Abdullah Ocalan di nav de şermezar kirin.”   ‘DEWLETA TIRK ŞER Û TUNDIYÊ TERCÎH DIKE’    Laura Caste, anî ziman ku dema mirov li tecrîda 25 salan û agahînegirtina mûtleq dinêre, dibîne ku dewleta tirk di meseleya kurd de şertên hiqûq, diyaloga siyasî û demokratîk terk kirine û şûna vê şer û tundî tercih kiriye. Caste, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dijberiya li dijî diyalog û muzakereyan a ji bo aştî û çareseriya demokratîk tercîha siyasî ya kesên ku sûdê ji domandina şer digirine. Lê ev tercîh dibe sedem ku welat ber bi krîzê ve dibe û ev jî dibe sedemên gelek cidî û ev rewş dikare bi çareseriyeke demokratîk were derbaskirin. Ev yek jî rakirina sîstema tecrîdê ferz dike û dihêle ku birêz Ocalan di garantîkirina çareseriya demokratîk û avakirina aştiyê de rola xwe bilîze.”   BANG LI CPT’YÊ KIR   Castel, bi lêv kir ku rawestandina name, axaftina bi telefonê, hevdîtin û têkiliyeke bi derve re rewşeke “zalim” ku di tu rejîman de nîne ye û wiha got: “Li Guantanamoyê, li Girava Robbenê an jî li Blokên H ên Îrlandaya Bakur jî nînin. Îmrali li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke rast e û divê bêyî nêrîn û destûra Tirkiyeyê CPT rapora xwe demildest biweşîne.”   YEKANE ÇARESERÎ MASEYA MUZAKEREYÊ YE   Castel, destnîşan kir ku tevî tecrîda hovane ya li dijî Ocalan jî ew rêberê gelê kurd e û wiha got: “Yekane çareserî, avakirina maseya muzakereyan a di navbera her du aliyan de ye û vekirina rêya ber bi aştiyê ve diçe ye. Lê li gorî min rayedarên tirk, ji karizmaya Ocalan ditirsin û tercih dikin ku wî bêdeng bikin.”   Castel, destnîşan kir ku daxwazên li ser azadiya Ocalan bi awayekî baş nayên rojevê û sedemê wê jî geşedanên navneteweyî ne û wiha pê de çû: “Ewilî pandemî bû, pişt re şerê li dijî Ûkraynayê. Dû re dagirkirina Qerebaxa Çiyayî niha jî li Filistînê qirkirin tê kirin…Ev hemû şerên çêdibin zehmet dike ku daxwaza azadiya birêz Ocalan bikeve rojevê. Eynî weke Julian Assange yê li girtîgeheke ewlehiya bilind a Ingîlistanê de di rewşeke zalimane de tê ragirtin.”   ‘SERKEFTIN, BERXWEDAN E’    Castel, herî dawî ev tişt gotin: “Nebaşî belavî her derê cîhanê dibe. Gelek serokên welatin ji vê sûdê digirin. Di heman demê de ji bo ku ditirsin mûxalîfên siyasî di girtîgehê de radigirin. Lê em weke gel em xwedî hêza ku bi rêyên aştiyane şoreşê pêk bîninin. Serkeftin, berxwedan e.”