Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin 2024-02-14 12:33:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer bi rojnamevanên li Îzmîrê hatin binçavkirin re hevdîtin kirin. Rojnamevanên ku tê payîn dê sibê îfadeyên wan bên wergirtin, dan zanîn ku bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin   Li Îzmîrê polîsan duh serê sibê bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney,  nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût hatin binçavkirin.   Rojnamevanên li Şaxa TEM’ê ya li Çankayayê tên ragirtin, îro bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Hat ezanîn ku rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin û biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya wan berdewam dike.    KELEMÇEYA BI PAŞ VE    Rojnamevanan dan zanîn ku di hevdîtinê de dest danîne ser materyalên wan û anîn ziman ku bi kelemçeya bi paş ve hatine binçavkirin. Parêzeran ragihand ku di dema binçavkirinê de polîsan bi darê zorê serê Semra Tûran û Delal Akyuz çemandine û wêne kişandine. Hate diyarkirin ku serê Akyuz ê ku polîsan bi awayekî şid stuyên wî givaştin, diêşe.    Melîke Aydin, da zanîn ku dema di sala 2019’an de hate binçavkirin, polîsên ku îfadeya wê bi wergirtine, xwestine pê re “hevdîtina bi devkî” çêbikin.    Kar û barên rojnamevanan ên li miduriyeta polîsan berdewam dikin. Parêzeran diyar kirin ku dê sibê îfadeya rojnamevanan bê wergirtin.