Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e 2024-02-14 13:36:29   RIHA - Meşvanên Azadiyê, piştî Sêweregê bi pankarta “Me welatparêziya welatê ku kesê nekarî navê wî bîne ziman kir” ber bi Curnê Reş ve meşiyan. Yek ji meşvanan parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin, dubare kir ku yekane muxatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji Wan û Qersê dest bi meşê kirin, piştî Sêweregê gihiştin navçeya Curnê Reşê. Piştî meşa li navenda navçeyê bi dirûşmeyan hate lidarxistin, li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî li ber pankarta “Me welatparêziya welatê ku kesê nekarî navê wî bîne ziman kir” hate kirin.    ‘DIVÊ DEMILDEST HEVDÎTIN BÊN KIRIN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin a li vir axivî, wiha got: “Em li her derê ku çûnê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Em minetdarê gelê xwe ne. Bila daxwazên girtiyan, dayikên me bên bicih û tecrîd were bidawîkirin. Em komploya navnetewî ji vir şermezar dikin. Daxwaza me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Yekane muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê hevdîtin demildest pêk bên. Serkeftin ya me ye.”   BI AVAHIYA NAVÇEYÊ VE PANKART HATE DALIQANDIN    Di dema daxuyaniyê de ciwanan pankarta “Azadiya Rêberê me azadiya me ye” bi navçeyê ve daliqandin. Meşvanan bi çepik û tilîliyan bersiva ciwanan da. Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bimre koletî, bijî azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Dû re dîsa ber bi navenda navçeyê ve meşek hate lidarxistin. Piştî meşa li navçeyê girse ber bi Rihayê ve bi rê ket.”