Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin 2024-02-14 13:59:12 ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.   Îro di danê sibehê de polîsan li taxên Turgut Ozal û Atakentê yên navçeya Hezex a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Medîne Oguz û Faîk Genç hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirina wan nehat zanîn û welatî birin Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê.