Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin 2024-02-14 14:01:17   STENBOL - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo piştgiriya “Meşa Mezin a Azadiyê” dê 25’ê sibatê “Mitînga Azadiyê” li dar bixe.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin berdewam dike. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi mitînga li dar dixe piştgiriya meşê bike.    Mitînga ku 25’ê sibatê li Qada Esenyûrtê were lidarxistin dê saet di 14.00’an de dest pê bike. Yek ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan an jî Tulay Hatîmogûllari dê tev li mitînga ku rêxistinên saziyên sivîl ên civakî piştgiriyê bidinê bibin.    Ji bilî 75 kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin dê namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî û namzetên hevşaredariyê yên navçeyan beşdarî mitîngê bibin.