DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir 2024-02-14 14:47:47   SEMSÛR - Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûr, navçe û bajarokên wê eşkere kir. Turkan Erkenek û Bahattîn Bîlgîn weke namzetên Şaredariya Semsûrê hatin hilbijartin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Semsûrê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên navenda bajar, navçe û bajarokên wê eşkere kir. Ji bo eşkerekirin û danasîna namzetan li eywaneke dawetan a li Karapinarê bername hat lidarxistin. Li eywanê alên partiyê û pankarta “Rabe Dem hat” hatin daliqandin. Tevî namzetên hevşaredariyê, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr û gelek kes beşdarî bernameya danasînê bûn.    Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre Hevserokên DEM Partiyê yên Semsûrê Yeşîm Camcî û Huseyîn Coşkun axivîn. Hevserokan di axaftinên xwe de bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin û meşvan silav kirin. Hevserokan gotin ku dê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi ser kevin û li Semsûrê jî şaredariyên gel ava bikin.    Piştî axaftinan, namzetên hevşaredariyê hatin eşkerekirin û yek bi yek hemû namzet li ser dikê hatin vexwendin.    NAMZETÊN HEVŞEREDARIYÊ   Namzetên hevşeredariyê yên Semsûrê wiha ne:   NAVENDA SEMSÛRÊ    * Turkan Erkenek * Bahattîn Bîlgîn   NAVÇEYA ŞEMÎZÎNAN    * Yasîn Ertan   NAVÇEYA KOLIKÊ   * Osman Ozbek   NAVÇEYA SERGOLANÊ    * Ergun Varhan   NAVÇEYA BÊHIŞTΠ   * Mûstafa Sular   NAVÇEYA TÛTÊ   * Îsmet Coşkun   BAJAROKÊ BULAMÊ   * Kamîle Ocak * Huseyîn Uzun   BAJAROKÊ KOMIRÊ    * Mahmût Kapçak * Bedriye Polattaş   BAJAROKÊ BALYANÊ   * Mehmet Kusele   Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Semsûrê Bahattîn Bîlgîn di danasînê de axivî. Bîlgîn, bal kişand ser karesata erdhejê ya navenda wan Mereşê û got ku encama xemsarî û polîtîkayên îktîdarê ye. Bîlgîn, anî ziman ku ew ê hesaba vê ji berpirsyaran bipirsin.    Bername piştî danasîna hevşaredaran bi dawî bû.