DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir 2024-02-14 15:29:53   ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî hezaza li madena zêr a navçeya Licikê çêbû ji bo rewş were tespîtkirin û berpirsyar bên aşkerekirin, pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeşî Meclisê kirin.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî têkildarî hezaza li Madena Zêr a Çoplerê ya aydê Madenvaniya Anagold û Çarlikê ya li navçeya Licik a Erzînganê ji bo rewşa heyî were tespîtkirin û berpirsyar derkevin holê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin.    ‘DESTHILATÊ HIŞYARIYÊN ME LI BER ÇAVAN NEGIRTIN’    Di pêşniyaznameyê de hate diyarkirin ku tevî hişyariyên hin odeyên pîşeyî, mirovan zanyar, aktîvîstên ekolojiyê, welatiyên li herêmê û parêzeran şîrketê xebatên xwe domandin û wiha hate gotin: “Ji aliyê partiya me ve jî hem di komîsyonên têkildar de ji wezîrî hate pirsîn hem jî bi pêşniyazpirs û pêşniyaznameyên lêkolînê re anîne rojevê. Lê desthilatê tu hişyariyên me li ber çavan negirtin. Qada madenê ku 350 mîtroyan ji Çemê Firatê yê ava wê diherike Bendavên Keban, Karakaya û Ataturkê bi bermayiyên siyanur u asîta sülfürik xwediyê wê potansiyelê ye ku li qadeke bi kîlometreyan dirêj avê, axê û hewayî jehrî bike.”   ‘BI ÎMZEYA MÛRAT KÛRÛM…’    Di berdewama pêşniyaznameyê de wiha hate gotin: “Xebatên Nirxandina Bandora Hawîrdorê (ÇED) di salên 2007-2008’an de hatin meşandin û di sala 2008’an de biryara “ÇED Erênî” ye hate dayîn. Di xebatên hatin plankirin 18 sal derbas bin de hate diyarkirin ku 100 milyon ton kevir û 52 milyon ton cewher dê were derbas kirin. Lê kargehê her tim kapasîte zêde kiriye.    Ji ber vê yekê bi rapora ÇED erênî ye ku îmzeya wezîrê demê Mûrat Kûrûm di binî de ye, qada madene 3 qat hatiye zêdekirin. Li gorî qeydên qadastroyê qada projeyê ya weke hezar û 746 hektaran hatiye diyarkirin ji sedî 45 ji daristanan pê tê, ji sedî 43 axa xezîneyê û ji sedî 5 jî mêrg in.    DEYNÊ BACEYÊ YÊ ŞÎRKETÊ HATE JÊBIRIN   Di sala 2023’yan de, deynê baca 72 milyon dolarî ya SSR’ê Mînîngê hate jêbirin, nîşaneya li şûna ku şîrket were cezakirin tê xelatkirine. Mixabin, berdewama bêberpirsyarî ya xebatên vê şîrketê ku hişyariyên wê yên 'girtin'ê bi israr hatin paşguhkirin û profîla wê wekî ku hat ragihandin e, bû sedem ku di 13’ê sibata 2024’an de karesateke duyemîn rû bide.”