Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in 2024-02-14 16:26:23   ERZÎNGAN - Şêniyên gundê Çopler ku hezaz lê çêbû, diyar kirin ku bax û bostanên xwe firotin û li qada madenê ya lê karker bûn yek bi yek jiyana xwe ji dest dan. Gundiyan, anîn ziman ku li dijî xwediyên şîrketan bi tenê ne û bêparastin in.   Li Madena Zêr a Çoplerê ya aydê Madenvaniya Anagold ya li navçeya Licik a Erzînganê duh hezaz çêbû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 9 karkerên di encam hezazê de windabûne didome. Qada madenê û gund ji ketinê re qedexe ye. Rêyên ku diçin cihê bûyerê jî girêdayî destûran hatin kirin.    Şêniyên gundên Çopler ku piştî avakirina kaneya madenê veguhestin noxteyeke cuda, li dijî tiştên qewimî bi hêrs in. Şêniyên gund ên em pê re axivîn, diyar kirin ku xwe bi tenê û bê parastin hîs dikin.    Gundiyan ragihand ku ji gundê Çopler Kenan Oz û Adnan Keklîk û Ramazan Çîmen ê ji navçeya Licikê di bin hezazê de ne û bal kişand ku hem rayedarên şîrketê hem jî burokratên hewl didin berjewendiyên şîrketê biparêzin ji gund derneketine û hewl didin gund têxin bin kontrola xwe.    TEDBÎRÊ DIXWAZIN    Gundiyan, bi van gotinan bertek nîşanî tiştên qewimîn dan: “Em rewşê qet baş nabînin lê karê me yê bikin tune ye. Ewilî dewarên me, malê me, bax û bostanên me hebûn. Debara me jî baş bû. Milet xapandin her der kirin. Muxtar bi wan re li hev kir û pişt re gund vala kirin û veguhestin li hemberî madenê. Anîn kêleka Çemê Firatê. Dû re jî berê Çemê Firatê guhertin û qada madenê vekirin. Gel anîn danîn vir. Niha her roj bêhn tê, ji madenê toz û duman tê. Maf nedan şêniyên gund. Dayik û bav li hev ketin ji ber maf nedan wan. Îhmal heye. Mal û milk ê me ye lê hemû li madenê karker in. Nêzî 150 kes ji vî gundî dixebitin. Herî kêm 5-6 hezar kes ji bajarên cuda dixebitin. Ciwanên me yên bêkar jî hene. Em gundî dixwazin bergirî were girtin. Bila ciwan jî li cihên baş bixebitin. Li ser axa min birayên min dimirin. Çima bimirin. Gund jî yê me ye, mal û milk jî yê me ye lê em karker in. Di nav axa min de zêr derdikeve lê mirovên me heqê karkeran digirin. Bila tedbîr were girtin.”   MA / Mujdat Can