Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin 2024-02-14 19:14:34   ENQERE – Siyasetmedara girtî Zeynep Olbeciyê diyar kir ku ew polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan red dike û çalakiyên greva birçîbûnê yên di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" li girtîgehan dest pê kirin, silav kir.    Danişîna Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê û endamên Lijneya RÊveber a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin, li Hêwana Girtîgeha Sîncanê ya Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê didome.    Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes wekî temaşevan tev li danişînê bûn. Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina ewraqên daxilî nava dosyeyê hatin kirin dest pê kir. Di danişînê de endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê ya wê demê Zeynep Olbecî ya girtî parastin kir.    Olbeciyê ku parastina xwe bi kurdî kir, destnîşan kir ku ew polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan red dike û çalakiyên greva birçîbûnê yên di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" li girtîgehan dest pê kirin, silav kir.  Olbeciyê got: "Ez helwesta tecrîdê şermezar dikim. Daxwazên hevalên min ên girtî yên di greva birçîbûnê de çi bin ên min jî ew in. Ez li pişta xebatên xwe yên siyasî me, ji lew re min xebatên xwe ji bo şelafiyê nekirine, ji ber ku min bawerî pê anî, kirin."    Danişîn dê sibê saet di 10.00'an de bidome.