Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir 2024-02-15 08:46:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Nasirê ya li bajarê Han Yûnûsê de kesekî jiyana xwe ji dest da û birîndar hene.    Artêşa Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê ya li bajarê Han Yûnûs a li bajarê Han Yûnûs ê li ser Şirîda Xezeyê kir. Hat ragihandin ku di êrişê de kuştî û birîndar hene. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; êriş li dijî beşa ortopediyê hate kirin û di êrişê de filîstiniyekî jiyana xwe ji dest da û hinek jî birîndar bûn. Di nûçeyê hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê hinek bijîşk û hemşîreyên li nexweşxaneyê bi darê zorê derxistine û bi dehan kesên ku berê wan dabû bajarê Refahê jî binçav kirine.    Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku Nexweşxaneya Nasirê ev 25 roj in di bin dorpêça artêşa Îsraîlê de ye.    Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha herî kêm 12 hezar û 300 jê zarok û 8 hezar û 400 jî jê jin, bi giştî 28 hezar û 576 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 68 hezar û 291 kes jî birîndar bûn.