Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef 2024-02-15 09:01:12   STENBOL - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok diyar kir ku bi binçavkirinên li Îzmîrê re di çarçoveya hilbijartinên herêmî de rojnamegerên kurd dîsa bûne hedef û bang li muxalefetê û saziyên sivîl kir ku li dijî zextên li ser çapemeniyê helwesteke zelal nîşan bidin.   Li Tirkiyeyê ku di lîsteya azadiya çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya sala 2023'yan de di nava 180 welatan de di rêza 165'an de cih digire, zextên li ser çapemeniya muxalîf bênavber didomin. Bi taybetî ber bi hilbijartinên herêmî ve rojnamegerên muxalîf dîsa dibin hedefa desthilatê.   Mînaka dawî ya vê yekê di 13’ê Sibatê de li Îzmîrê binçavkirina rojnamevanan bû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz, Tolga Guney, Nûçegihana JÎNNEWS'ê Melîke Aydin, Nûçegihanê Rojnameya Dûvarê Cîhan Başakçîoglû û Xebatkara Çapemeniyê ya DEM Partiyêê Fatma Fûnda Akbûlût di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.   Rojnamevanên ku duh bi parêzerên xwe re li Şaxa TEM’ê hevdîtin pêk anînin, diyar kirin ku di dema binçavkirinê de destên wan ji paş de hatiye kelemçekirin û rastî tundiyê hatine. Ji ber ku di dosyeya lêpirsînê ya rojnamegeran de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin biryara sînordarkirinê heye, hûrguliyên tawanbarkirinê nayên zanîn.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok ku ji ajansa me re axivî, zextên desthilatê yên li ser rojnamegeran nirxand.      Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok    Ok got: "Heke rojnameger winda bibin, muxalefet û rêxistinên sivîl jî wê winda bibin."   ÇAPEMENIYA KURD DI HEDEFÊ DE YE   Ok, da zanîn ku daraza Tirkiyê ne serbixwe û bêalî ye û diyar kir ku ya ku binpêkirinên mafan, bêhiqûqîtî û gendeliya li welêt radigihîne raya giştî çapemeniya kurd e û got: “Mixabin ji ber ku çapemeniya kurd binpêkirinaçên mafan ên peywirdarên cemaweriyê dikin nûçe, desthlat jî li hemberî wan saziyên hiqûqî bi kar tîne. Hişkbûniya di meseleya kurd li di saziyên kurd lê zêde ne de vediguhere çewisandinê û ev jî sîrayetî çapemeniya kurd dike. Beriya her hilbijartinê li hemberî çapemeniyê operasyon tên kirin."    Ok, zextên li ser rojnamegeran wekî "taciza darazî" nirxand û got ku divê muxalefet û rêxistinên sivîl li hemberî van zextên li ser rojnamegeran helwesteke zelal nîşan bidin.