Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin' 2024-02-15 09:04:57   STENBOL - Seroka Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlût bal kişand ser nakokiyên di navbera hincetên binçavkirin û girtinê yên parêzerên ÇHD û HHB'yê de û diyar kir ku dozger ji parêzerên ku biryara girtinê wan tune ye re gotiye, "Em ê der barê we de jî tiştekî bibînin."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya piştî êrişa 6'ê Sibatê ya li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hat destpêkirin de, endamên Grup Yorûm, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB), xebatkarên Televîzyona Hêza Gel, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSKAD) di nav de 96 kes hatin binçavkirin. Rêvebera Navenda Giştî ya ÇHD’ê û parêzera HHB’ê Nazan Betul Vangolû Kozagaçli, parêzerên HHB’ê Seda Şaraldî û Dîdem Baydar Unsal û Ayten Ozturk jî di nav de 54 kes hatin girtin.   Seroka Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlûtê bêhiqûqiya ku bi operasyona binçavkirinê ya li hemberî parêzeran dest pê kir nirxand.    Akbûlûtê bi bîr xist ku piştî pevçûna li ber edliyeyê tenê ji bo endama HHB'ê parêzer Seda Şaraldî biryara girtinê hebûye û got ku kesên li wir bûn û der barê wan de biryara binçavkirinê jî tune bû jî hatin girtin.   Akbûlûtê got: "Di vê operasyonê de ku ji ber buroya hiqûqê ye û bi dozger re hat kirin, hevalên me yên parêzer ji xeynî Seda Şaraldî, hîn bûn ku der barê wan de biryara girtinê nîn e, lê dozger bi bêcidiyet nêz bû û got, 'Em ê der barê we de jî tiştekî bibînin.' Parêzerên ku der barê wan de biryara binçavkirinê tune bû, ji ber ku wê demê li buroyê bûn hatin binçavkirin. Sedema biryara girtinê ya der barê Şaraldî de we nasipirê tu tiştî jî."    Parêzer Akbûlûtê bal kişand ku îdiaya "rêvebiriya rêxistinê" der barê Şaraldî û Kozagaçli de hatiye kirin û wiha dewam kir: "Hat îdiakirin ku pevçûn 'çalakiyeke rêxistinî' ye û bêyî talîmatê ne mimkûn e ku ev çalakî pêk were û parêzerên buroya hiqûqê jî di nava van rêveberên talîmat dane de cih digirin. Lêbelê, ev tenê îdîayê ye. Em dizanin ku ne di naveroka dosyayê de û ne jî ji aliyê dozger û dadgeha lêpirsînê ve tu bingeha vê îdîayê nîn e. Ji ber ku ev rewş di sedema girtina hevalên me de jî xwe dide der. Di biryara girtinê de tenê hat gotin ku 'lêkolîna malzemeyên ku li buroyê hatine desteserkirin hêj bi dawî nebûye."   Akbûlûtê anî ziman ku bi binpêkirina mafan re rû bi rû mane û got ku malzemeyên li HHB'ê hatine desteserkirin agahiyên muwekîlan in û nepeniya parêzer û muwekîlan hatiye binpêkirin.   Akbûlûtê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev qonaxeke nû ya êrişên li dijî parêzerên şoreşger e. Niha bûye rêyeke ku bêyî ku li delîlan jî bigerin dikarin bikin û bişopînin. Hevalên me wê dev ji parêzertiya şoreşger û kedkaran bernedin. Ji ber vê yekê ev êriş wê bêpûç bibin.”   MA / Omer Îbrahîmoglû