Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê 2024-02-15 12:42:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên xizmên xwe li Otela Madimakê windakiribûn li dijî biryara demboriyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Dadgeha ku serlêdan nirxand, biryar da ku dê dosyayê nîqaş bikin.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî Komkujiya Madimakê biryareke nû wergirt. Kesên xizmên xwe di Komkujiya Madimakê de windakiribûn li dijî biryara demboriyê serî li AYM’ê dabûn. AYM’ê serlêdan nirxand û biryar da ku piştî amadekirina rapora dosyaya lêzêdekirî dê bê nîqaşkirin.