Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin 2024-02-15 12:45:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehhezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daketin qadan û meşan li dar dixin.    Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 19’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Reqwa û Herêmên Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehhezaran kes daketin qadan û komployê şermezar dikin. Di heman demê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî meş tên lidarxistin. Bi dehhezaran kurd, ereb, suryan û ermen bi girseyî tev li meşan bûn.    Li bajarê Dêrikê gel li Qada Azadiyê civiyan û ber bi Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve dest bi meşê kirin.    Welatiyên li Xaçerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê hatin gel hev jî ber bi Stada Şehîdên 12’ê Adarê ve meşiyan.    Li Hesekê jî xelk li Xaçerêya Arîn Mîrkan kom bû. Li wir jî bi hezaran kes ber bi Xaçerêya Sebaxê ve dest bi meşê kirin.    Xelkê Kobanê ji serê sibehê ve ber bi Xaçerêya Şahîd Arîn Mîrkan ve çû. Bi hezaran kesên li vir kom bûn dê ber bi dawiya kolana 48’an ve bimeşe.    Şêniyên Kantona Efrîn-Şehbayê jî li navçeya Fafînê ya Şehbayê hatin gel hev.    Li Helebê jî gelek kes li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hatin gel hev û li pêşiya Eywana 8’ê Adarê dest bi meşê kirin. Meş dê li Xaçerêya Zeytûnê ya Taxa Eşrefiyeyê bi dawî bibe.    Welatiyên Dêrazor, Minbic û Tebqayê jî li Xaçerêya Jinê ya Reqayê hatin gel hev û ber bi Xaçerêya Neîmê dest bi meşê kirin.