Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim 2024-02-15 13:48:24   ENQERE - Mûstafa Avci yê DEM Partiyê ji navçeya Dîlovasiyê nîşan da, diyar kir ku navçeyê gav bi gav dizane û di çarçoveya daxwaza gel de tevdigere û wiha got: “Ez ji bo serbikevim diçim.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên hevşaredariyê yên navçeya Dîlovasiyê aşkere kirin. Ji bo Kocaeliyê Hasan Ozguneş ê beriya niha parlamenteri kiribû û Sevda Îlgoz weke namzet hatin nîşandan. Ji bo şaredariya navçeya Dîlovasiyê ku nifûsa kurdan lê zêde ye jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin weke namzet hate nîşandan. Namzeta jin a Dîlovasiyê jê ne diyar e. DEM Partî bi Avci re armanc dike ku li Dîlovasiya di hilbijartinên herêmî yên borî de di navbera wê û AKP’ê de dora 2 hezaran deng hebûn, hilbijartinê qezenc bike.    ‘PARTÎ LI KU PEYWÎRÊ BIDE MIN EZ Ê BIÇIM’    Avci, diyar kir ku dê sibê biçe navçeya weke namzet hatiye nîşandan û fikrên xwe yên têkildarî biryarê bi ajansa me re parve kirin. Avci, wiha got: “Partî û gel çi dibêje? Li ku pêdivî bi çi dibînin ez xebata li wir esas digirim. Ev biryar jî wiha pêş ket. Li Wanê karekî me yê nîvî mayî hebû. Ji bo ku em ji cihê mayî berdewam bikin, me xwest ji bo Wanê peywîrê bigirin. Piştî ku di pêşhilbijartinê de encam diyar bûn; êdî heval dê karên nîvco mayî pêk bînin. Ew dê temam bikin. Min dixwest bi wan re heta 31’ê Adarê li Wanê bixebitim. Pişt re Navenda Giştî got ‘Pêdiviyek heye, hûn çi dibêjin?’ Gotineke ku ez bibêjim nabe. Li ku peywîrê bidin min ez ê li wir bixebitim. Ez bûme namzet nebûme namzet gelek girîng nîne.”   ‘EZ DÎLOVASIYÊ GELEK BAŞ DIZANIM’    Avci, destnîşan kir ku li Dîlovasiyê bi îdia ne û wiha berdewam kir: “Ez Dîlovasiyê û wan deran gelek baş dizanim. Beriya niha hem di pêvajoya sendîkayan de hem jî di pêvajoya partiyê de Herêma Marmarayê gav bi gav dizanim. Ez li wir gelek xebitîm. Îdiaya me jî ev e; em ji xwe ji bo serbikevin diçin. Ne ji bo xebateke ji rêzê bi rê ve bibin. Ji ber ku ew potansiyel, ew binesazî heye. Em tevî her tiştî ji bo wir qezenc bikin diçin. Ez gelê li wir jî dizanim. Ez herêmê jî pirsgirêkên gel jî dizanim. Beriya niha dema Namzetên Hezar Hêviyê ez li bajêr namzetê parlamenteriyê bûm. Ez gelek xebitîm. Di pêvajoya sendîkayê de jî ez li wir gelek xebitîm. Ne qadeke biyaniyê min e. Daxwaza gel a zêde hebû, navendê jî biryareke wiha da.”   ‘YA KU DIKEVE BERÊ BICIHANÎNA PÊDIVIYAN E’    Avci, destnîşan kir ku ji bo serbikeve bi rê dikeve û ev tişt gotin: “Biçûk û mezinbûna herêmê ne girîng e. Ev der biçûk e, mezin e… Pêdiviya gel pê heye, pêdiviya partiyê pê heye? Ya ku dikeve berê me bicihanîna vê pêdiviyê ye.”   MA / Mehmet Aslan