Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû 2024-02-15 14:15:18 STENBOL - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû, di doza girtî jê tê darizandin de qala komploya li ser Abdullah Ocalan kir. Dadgehê li ser vê yekê SEGBÎS qût kir.  Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Husamettîn Tanrikûlû di 3'yê îlona 2022'yan de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin. Lê piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû ew hedef nîşandabû hatibû girtin. Danişîna 7’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Tanrikûlû de li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Tanrikûlû bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzer Nagehan Avçîl jî di danişînê de amade bû.    Dadgehê li ser îfadeyên şahidê aşkere Umît Akbiyik, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” “Ziyangihandina mal” û “Madeyên talûke li cem xwe girtiye” derheqê Tanrikulu de îdianameyeke nû amade kiribû û îdianameya nû li gel dosyaya heyî re kiribû yek dosya.   Parêzer Avçîl a mafê axaftinê wergirt, îşaret bi dosyayên kirine yek kir û wiha got: “Em difikirin ku Amed rayedar e. Ji ber vê yekê em dixwazin derbarê dosyayê de bêrayetî were dayîn û dosya ji Amedê re were şandin.”   Dozger têkildarî daxwaza parêzer daxwaza lihevkirinê kir. Dozger her wiha berdewama girtina Tanrikûlû xwest.    ‘EM DIXWAZIN TECRÎD WERE RAKIRIN’    Tanrikûlû yê parastin kir, qala komploya 15’ê sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat kir. Tanrikûlû, bal kişand ku Ocalan ji wê rojê ve li Îmraliyê tê ragirtin û got: “Em dixwazin tecrîd rabibe.”   Serokê Dadgehê axaftina Tanrikûlû birî û bi îdiaya “li gorî pergala danişînê tevnagere” têkiliya wî ya bi SEGBÎS’ê re qeût kir.    ‘MAFÊ PARASTINÊ ASTENG KIR’     Parêzer Avçîl, li ser vê yekê wiha got: “Mafê parastinê yê muwekîlê min ji aliyê dadgehê ve bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Ev li dijî azadiya ramanê ye. Bi awayekî zelal parastin hate binpêkirin. Muwekîlê min dikare axaftina siyasî bike.”    Avçîl, xwest muwekîlê wê were berdan.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Dadgehê biryar da ku ji 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daxwaza “lihevkirinê” bê kirin. Dadgeha ku Tanrikûlû berneda, danişîn taloqî 4’ê nîsanê kir.