4 HDP’î û DBP’î hatin berdan 2024-02-15 15:09:13   STENBOL - 4 endamên DBP’ê û HDP’ê yên li Stenbol û Tekîrdagê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin, hatin berdan.    Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Gultepe, endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cuneyt Yeşîlyûrt, Hevserokê HDP’a Eregliyê Ridvan Ûlaşman û rêveberê HDP’a Çerkezkoyê Nîyazî Artû, di 23’ê cotmeha 2023’yan de di çarçoveya operasyoneke navenda wê Tekîrdag de di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Tekîrdagê de bi serdegirtina malan hatibûn binçavkirin û di 25’ê cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.    Her çar endamên DBP’ê û HDP’ê ku şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê, di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin.    Girtî bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn.    Şandeya dadgehê piştî parastinên hatin kirin, mayîna di girtîgehê de ya her 4 kesan û kombûna delîlan li ber çavan girt û biryar da ku her çar kes bi şertê kontrola edlî bên berdan.    Danişîna din taloqî 7’ê gulanê hate kirin.