DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin 2024-02-15 16:17:52   AMED - DFG ku ji bo 5 rojnamevanên li Îzmîrê di bin çavan de tên ragirtin bên berdan li ser platforma medyaya dîjîtal bi etîketa #rojnamevanînesûce xebatên hashtagê dide destpêkirin, banga piştgiriyê kir.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku têkildarî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû yên 3 roj in li Îzmîrê di bin çavan de ne xebata hashtagê bide destpêkirin. Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya DFG’ê hate weşandin de hate bi bîr xistin ku rojnamevan 3 roj in bi awayekî bêhiqûqî di bin çavan de tên ragirtin.    Di daxuyaniya ku tê de hate xwestin rojnamevan bên berdan de wiha hate gotin: “Em careke din tînin ziman ku divê hemû astengiyên li pêş azadiya raman û îfadeyê bên rakirin û dibêjin rojnamevanî ne sûc e. Em dixwazin hempîşeyên me demildest bên berdan.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji bo rojnamevan bên berdan li ser platforma medyaya dîjîtal dê bi etîketa #rojnamevanînesûce xebatên hashtagê didin destpêkirin û ev bang hate kirin: “Ji bo hevalên me yên rojnamevan bên berdan em saet di 21.00’an de li ser hemû platformên dîjîtal bi etîketa #rojnamevanînesûce xebatên hashtagê didin destpêkirin û em dixwazin herkes piştgiriyê bide vê xebatê.”