Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin 2024-02-15 17:10:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê a ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan hatiye destpêkirin îro jî li gelek bajaran bedewam kir. Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate protestokirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. Di çalakiyan de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin hat şermezarkirin.    AMED    Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşgntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam kir. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û radestkirina wî ya Tirkiyeyê, çalakvanan cilên reş li xwe kirin.    Serdanên ji bo piştevaniya bi Nobeta Edaletê re îro jî berdewam kirin. Ziyaretvanan jî pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û piştgirî dan çalakvanan. Ji ber ku li dijî komployê şîn dihat girtin, di çalakiyê de stran nehatin gotin û tililî nehatin avêtin.    Têkildarî girîngiya rojê axaftin hate kirin û piştre jî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.   ÊLIH    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatiye destpêkirin di roja 15’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Êlihê tê lidarxistin û nûnerên rêxistin girseyî yên demokratîk ên bajar û siyasetmedar hatin serdana nobetê. Di heman demê de di nava rojê de gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Kesên tev li nobetê bûn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di tevahiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    STENBOL   Li Stenbolê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Nobet, di roja 66’an de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin û çalakvanan pêşmalkê bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.    Dayikên girtiyan ên di çalakiyê de cih girtin ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê laçikên reş li xwe kirin.    Li gel rêveberên DEM Partiyê yên rêxistinên Başakşehîr û Esenlerê, her wiha gelek welatî jî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di Nobeta Edaletê de stranên şoreşgerî hatin gotin, çepik hatin lêdan û tililî hatin avêtin.    Hat diyarkirin ku Nobeta Edaletê dê sibe li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Kuçukçekmeceyê bê domandin.    WAN   Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 73’yan de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Seray û Rêya Armûşê û şêniyên taxên Cevdetpaşa û Cumhuriyetê hatin serdana çalakvanan.    ‘PIRSGIRÊK DÊ ÇARESER BIBE’   Di çalakiyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Aynûr Hayat Atabay axivî û xwest ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Atabay, wiha domand: “Ev nêzî sê meh in em vê çalakiyê didomînin. Îro 15’ê Sibatê ye çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome. Em li vir bangî hemû cîhanê dikin; Meşa Mezin a Azadiyê ev 15 roj in tevî hewayê nebaş jî bajar bi bajar dom kir. Van meşvanan ji bo dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin bi rê ketin. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan êdî bi dawî bibe. Dema ev tecrîd bi dawî bû, dê tecrîda li ser girtîgehan jî bi dawî bibe. Di esasê xwe de dê tecrîda li ser gelê kurd rabe. Weke dayik em dibêjin ‘êdî bes e.’ Îktîdar li hemberî me kerr û lal e. Ev 73 roj in em nikarin dengê xwe bi tu kesî bidin bihîstin. Çalakiya me ya ji bo aştî û azadiyê didome. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji ber ku nifteya çareseriyê Îmrali ye. Heke deriyên Îmraliyê bên vekirin dê her tişt çareser bibe.”    Çalakiya nobetê bi stran û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan çalakî domandin û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di heman demê de qursa ziman jî domiya. Ji ber salvegera komploya navneteweyî, têkildarî komployê nîqaş hatin meşandin. Her wiha li ser medyaya dijîtal jî Meeşa Azadiyê hate şopandin. Dayika Aştiyê Halîme Kaya di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ez vê roja reş lanet dikim. Têkoşîn û çalakiya me ji bo Serok e. Bila her kes vê baş bizane. Em ji bo aştî û Rêbertiya xwe têdikoşin.”    Dayika Aştiyê Mehdiye Yalçin jî xwest ku Ocalan azad bibe û aştî pêk bê. Dayika Aştiyê Remziye Akar jî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin serokê me ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin aştî çêbibe û temamiya gelê me aram bijî.”