Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir 2024-02-15 17:15:45   ŞIRNEX - Şaredarê AKP’î yê Bajaroka Sêgirkê Alîhan Babat ji ber jinûve namzet nehate nîşandan îstîfa kir û derbasî YRP’ê bû.    Şaredarê bajaroka Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê Alîhan Babat ê AKP’î ragihand ku ji AKP’ê îstîfa kiriye. Babat ê ji AKP’ê îstîfa kir, aşkere kir ku ji Partiya Yenîden Refahê (YRP) bû namzetê şaredariyê yê Sêgirkê.    Hat diyarkirin ku Babat ê ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de ji bo careke din ji AKP’ê bibe namzet serlêdan kir, ji ber namzetiya wî nehatiye qebûlkirin û piştî li şûna wî Çetîn Babat weke namzet hatiye nîşandan îstifa kiriye.