ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN 2024-02-16 09:00:27   * Girtiyê piştî 30 salan hatiye berdan Fahrettîn Şahîn destnîşan kir ku di girtîgehê de pêvajoya herî zêde ew daye zorê anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û wiha axivî: “Divê rojeva me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan be. Ji ber ku bi qasî Rêbertî hebe em dikarin bibin civak û dikarin bibin xwedî çand û dîrok.”    * Namzeta Hevşaredariyê ya Deştadarê ya DEM Partiyê Halîme Îlçîn bi nasnameya xwe ya koçerî û ciwaniyê balê dikişînê. Îlçîn ku namzeta bajaroka ku bi salan e ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin, got: "Dem dema ciwanan û serkeftinê ye.”    * Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz da zanîn ku şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê li dijî hiqûqê ne û li gorî biryarên DMME'yê divê 25 salên girtina wî ji nû ve bê nirxandin. Sarsilmaz got: “DMME'yê diyar kir ku ev heyam herî zêde 25 sal e. 25 sal derbas bûn û şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan çêbûne."    * Fatma Adak a ku kurê wê Faruk di sla 2021’an de li Sînopê di lehiyê de winda kir, wiha got: "Ez hîs dikim ku kurê min dijî, bila bi mijarê re careke din eleqedar bibin.”   * Şaredarê bajaroka Giteyê Nadîr Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê, ji aliyê partiya xwe ve dîsa weke namzet hate nîşandan.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (10.00-18.00)   * Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê têkildarî çalakiyên di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bên lidarxistin daxuyanî bê dayîn. (11.00)    * Li Wanê dê ji bo namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê bernameya danasînê bê lidarxistin. (13.00-16.00)   * Komeleya Jinan a Mala Jiyanê dê li Rihayê bi mijara “Jin û şaredarvanî” daxuyaniyê bide. (15.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê li Parka Rojava daxuyaniyê bide. (17.30)