Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev 2024-02-16 09:15:12   AMED - Girtiyê piştî 30 salan hatiye berdan Fahrettîn Şahîn destnîşan kir ku di girtîgehê de pêvajoya herî zêde ew daye zorê anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û wiha axivî: “Divê rojeva me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan be. Ji ber ku bi qasî Rêbertî hebe em dikarin bibin civak û dikarin bibin xwedî çand û dîrok.”    Li ser komploya hêzên navneteweyî ya 15’ê sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di encamê de anîn Tirkiyeyê re 25 sal derbas bûn. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serkêşiya komployê kir û komplo bi anîna Tirkiyeyê ya Abdullah Ocalan bi encam bû. Hêzên komploger xwestin bi vî awayî careke din kurdan têxin dorpêça qirkirinê. Piştre rêveberiya Şamê zextên xwe ser Abdullah Ocalan zêde kir û Ocalan neçar me ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Şamê derbikeve. Di vê pêvajoyê de girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de li dijî vê komployê bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bedenên xwe dan ber agir û xwestin bi vî awayî ji polîtîkayên îmhakirinê re bibin bersiv. Yekem çalakiya xweşewitandinê li bajarê ku qirkirin lê hatiye kirin Mereş bû û girtî Mehmet Halît Oral yekemîn çalakî li dar xist.   Girtiyê piştî 30 salan hatiye berdan Fahrettîn Şahîn   Oral, di şeva 9’ê cotmeha 1998’an de agir berda bedena xwe. Oral piştî çalakiyê jiyana xwe ji dest da û di nameya li pey xwe hiştî de wiha got: “Hêrsa min, kîna min û tola min mezin e. Bêguman çalakiya min dê bi TC'ê paşvegav nede avêtin lê belê dê vê yekê baş bizanin ku heke zirareke herî biçûk bigihijne Rêbertiyê, dê tevahiya gelê me dinyayê ji wan re bike zindan.” Çalakiyên di zindanan de dest pê kirin û berfireh bûn, bi ketina dewrê ya Abdullah Ocalan û piştî bangawaziya wî sekinîn.    Fahrettîn Şahîn ê di dema komployê de di girtîgehê de bû û piştî 30 sal û 6 mehan di 14’ê cotmeha 2021’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê hate berdan, pêvajoya komployê, bandora wê û çalakiyên heya roja me dom dikin ji ajansa me re nirxand.   Fahrettîh Şahîn di sala 1991’an de li navçeya Midyad a Mêrdînê bi birîndarî hate binçavkirin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê" hate girtin. Şahîn ku di 24 saliya xwe de kete girtîgehê, di 54 saliya xwe de hate berdan. Şahîn, di nava van 30 salan de li gorî rêzê di girtîgehên Mêrdîn, Amed, Dîlok, Aydin, Nazîllî, Îzmîr û Boluyê de hate ragirtin.    ‘HERÎ ZÊDE PÊVAJOYA 15’Ê SIBATÊ EM DAN ZORÊ'   Şahîn, destnîşan kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê kurd û ji bo her kesê ku ji xwe re dibêje “ez mirov im” pêvajoyeke pir girîng a dîrokî ye û da zanîn ku di salên girtîgehê de herî zêde teslîmkirina Tirkiyeyê ya Abdullah Ocalan ew daye zorê. Şahîn, wiha domand: "Serokatiya me dîl hate girtin û xistin nav şertên giran ên ku em tê de dijiyan.” Şahîn, diyar kir ku ew hest ji bo wan pir giran hat û wiha axivî: “Serokatî ji bo me xwedî wateyeke. Ne pêkan e ku ez niha vê yekê bînim ziman. Serokatî hatibû revandin û dîmênên wî di çarçoveya şerê psîkolojîk de ji hêla medyaya burjuvayê ve gelek caran hatin weşandin. Di vê rewşê de mirovek, girtiyek, şoreşgerek, PKK’iyek dê çi bike, dê çawa bifikire? Ji ber wê hêrsa me hemûyan zêde bûbû. Wê demê hevalê Halîl Oral çalakiya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dar xist. Bi wê çalakiyê xwe feda kir û ev yek di girtîgehan de bû şêwazeke têkoşînê.”    Şahîn, destnîşan kir ku hemû girtiyên PKK’î xwestin xwe bikin “Xeleka Agir” a Oral daye destpêkirin û da zanîn ku bi daxuyaniyên hatine kirin pêşî li vê yekê hatiye birîn. Şahîn, wiha pê de çû: "Heke hin mudaxileyên partiyê çênebûna, dê bandora vê çalakiyê li hemû girtîgehan pir giran bûya. Dibe ku bi sedan kesan agir xwe bişewitanda. Hin hevalên ku dîwar didan ber mistan, şevan qêr dikirin, bang dikirin, ji cihên xwe difiriyan û halusîlasyon diditin hebûn. Ev tişt ji ber bandora giranahiya wê pêvajoyê rû dan. Lê belê em tim vê yekê difikirîn, em bi pergaleke ku pariyeke nan û bêhneke hewayê li dijî me dike amûreke têkoşînê re rû bi rû ne. Me digot ku dê Serokatî jî were û di bin van şert û mercan de bijî. Ev yek derûniya me serobino dikir.”     Şahîn, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di pêvajoyeke wiha zehmet de her qadek veguherand qada têkoşînê û dîlgirtina ku li  ser hatiye ferzkirin vala derxistiye. Di berdewamê de Şahîn wiha got: "Serokatî li ku derê be bila bibe, dê di şertên ku em tê de dijîn, nejî. Ew rastiyeke pir cuda ye. Ji ber wê me tiştên wisa kirin ku neçar man ji rêzê ji bo Serokatiyê bigirin. Divê ev sekna Serokatî baş were fêmkirin.”    ÇIMA HATE DÎLGIRTIN?   Şahîn, bi bîr xist ku hêzên navneteweyî di salên 1990’î de xwestin Rojhilata Navîn jinûve dizayn bikin û diyar kir ku hêzên modernîteya kapîtalîst xwestin dîktatorên wek Sedam Hisên, Serokê Dewletê yê berê Husnu Mubarek û Hafiz Esad tesfiye bikin. Şahîn, wiha dirêjî dan axaftina xwe: "Her wiha xwestin Serokatiyê jî tesfiye bikin. Sedam, Mubarek û Esad tesfiye kirin. Ya herî girîng komploya navneteweyî ya sala 1999’an li dijî Serokatiya me hatiye kirin bû. Anku dixwestin vê hêza bingehîn, dînamîkê ji qada Rojhilata Navîn derxînin. Dema dibêjin ‘Serokatî’ Kurdistan tê bîrê. Dema dibêjin Kurdistan 4 welatên bingehîn ên Rojhilata Navîn ên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye tên bîrê. Serokatî li ser kurdên li van her çar welatan dijîn diyarker e. Serokatî ji ber vê rol û mîsyona xwe hate hedefgirtin."    BANDORA TEVGERA AZADIYÊ   Şahîn, anî ziman ku armanca komployê ew bû ku bandora Abdullah Ocalan a li ser kurdan kêm bikin û pirsgirêka kurd bînin asteke wisa neyê çareserkirin û wiha pê de çû: "Lê belê wekî ku dixwestin nebû. Rewşekî pir cudatir derket holê. Dev ji tesfiyekirinê berdin, Serokatî û tevger bi hêztir bûn, bi perspektîfeke nû têkoşînê ji cihê ku lê mabû da meşandin. PKK’ê tu deman wekî roja me bandora xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê zêde nekiribû. Di her çar parçeyên Kurdistanê de bûye hêza herî diyarker. Bi komployê nekarîn Serokatî tesfiye bikin li şûna wê Serokatî bi paradîgmaya ku bi pêş xistiye li Kurdistanê bêhtir kok da, bêhtir bihêz bû. Hatiye astekî ku tu hêzên cîhanê ku bixwazin li Rojhilata Navîn tiştekê bikin neçar in ku bala xwe bidin tevgera azadiyê.”    ‘SEROKATÎ GERDUNÎ BÛ'   Şahîn, bi bîr xist ku komplo negihişt armanca xwe û ev tişt gotin: “Her kesê ku destê xwe datîne ser wijdana xwe dê bibîne ku ev komplo negihiştiye armanca xwe. Ez ne behsa şoreşa li Kurdistanê dikim. Serokatî li Ewropayê bayek wisa daye meşandin ku di sedsala 20’emîn de Bolşevîzm bandoreke çawa kiribe dê di sedsala 21’emîn de Apoîzm jî wê bandorê ava dike. Ref bi ref tevlibûn hene. Îro li Meksîkayê di nava gundiyan de tê nîqaşkirin. Li Hindistanê tê nîqaşkirin, li Efrîqayê ser navê Serokatî tax hatine avakirin. Herwiha li cihê ku ew dîl hatiye girtin. Ev encam ne hêsan in. Civak piştgiriyeke mezin didin. Gotin ku em Serokatiyê tesfiye bikin lê belê rê li ber gerdûnîbûna Serokatiyê vekirin. Ez bandora Şoreşa Rojava û bakurê Kurdistanê datînim aliyekê, dema me bandora Serokatiyê ya li ser cîhanê da ber çavan, em ê bibînin ku ev komplo li serê wan teqiyaye.”    ‘DIVÊ GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ HEJANDINEKÊ BIJÎ’   Şahîn, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çalakiyên cur bi cur ên li derve û got ku heke çalakiyên li derve bi girseyî neyên meşandin dê şêwaza grevên birçîbûnê yên demkî û dorveger cudatir bibin. Şahîn, destnîşan kir ku 15’ê Sibata 1999’an de plansaziya “rojiyên mirinê” hatibû kirin û bi bîr xist ku ji ber çalakiyên gel ên mezin rû dan, ev yek pêk nehat û got: “Ji ber ku gel rabûbû ser piya. Pêdivî bi tişteke wisa nemabû. Divê em îro jî hemen tiştê bibêjin. Divê teqez gelê bakurê Kurdistanê hejandinekê bijî. Em qala azadiya Serokatî dikin."   Di dirêjiya axaftina xwe de Şahîn diyar kir ku divê kurdên li Ewropayê dijîn, ji şêwaza hin çalakiyên her car tên kirin biguherînin û wiha pê de çû: “Xwepêşandanên li pêşiya Parlamentoya Ewropayê, daxuyaniya li pêşiya Konseya Ewropayê… Ev têr nakin. Divê ewilî yek bi yek ser parlamentoyên welatan zext werin zêdekirin. Civaka kurd, kurdên li Ewropayê ji van dûr nîn in. Ev hêz, asta rêxistinbûnê, biryar û îrade heye. Lê dema ku em tên plansaziyê, em hin pirsgirêkan dijîn. Azadiya Serokatiyê têkoşîneke bi heybet dixwaze. Divê plansaziya vê têkoşîna bi heybet di demeke kin de were kirin.”   ‘BI PARADÎGMAYA SEROKATIYÊ MEŞANDINA TÊKOŞÎNÊ’   Şahîn di dirêjiya axaftina xwe de got ku “Dibe ku çalakiya herî mezin, bi rêxistinkirina paradîgmaya Serokatiyê, têkoşînê meşandin be” û diyar kir ku bi qasî ku civak bi paradîgmaya Serokatiyê rêxistin bibe dê bibe xwedî hêz û wiha derbirî: “Paradîgmayê di nava civakê de rêxistin bike, komunan, meclisan ava bike, dê gel bi xwe têbikoşe. Piştgiriya herî mezin a grevên birçîbûnê dê ev be.” Şahîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê azadiya Abdullah Ocalan bêhtir bibe rojev û wiha axivî: “Divê tu kurd derveyî vê yekê tiştekê nefikire. Ji ber, bi qasî ku Serokatî hebe em ê hebin, em ê bibin civak, bibin xwedî çand û dîrok.”    MA/ Rûkiye Adiguzel