Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir 2024-02-16 11:42:37 ENQERE - Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan, destnîşan kir ku gotinên pisporên ku karesata madenê ya li navçeya Licikê dîtin hatin paşguhkirin û anî ziman ku heke bergiriyên pêwîst neyên girtin dê bi qirêjiya av, ax û hewayê karesateke hawîrdorê ya bi salan bidome pêk were.    Bi ser karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê re 3 roj derbas bûn. 9 karkerên di bin axa bisiyanur a ku di encama hezaza madena aydê Anagold Madencîlîkê ya hevkariya SSR Mining a Kanadayê û Çalik Holdîngê pêk hat de man hêj nehatin dîtin.    Pisporan daxuyandin ku axa ber bi Çemê Firatê ve diherike ji malzemeyên bi siyanur û sulfuruk asîtê hatine şûştin pêk tê û tê zanîn ku bi mesafeya ji asîmanan 300 mîtroyan dûrî çem e. Li aliyê din di hezîrana 2022’yan de boriya ku di madena zêr de siyanür vediguhest, teqiya bû û bermahiyên bijehr tev li Bendava Licikê ya li ser Çemê Firatê bûbûn.    Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO) ya girêdayî Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Huseyîn Alan diyar kirin ku pispor bi salan e têkildarî kana madenê gelek hişyarî kirin lê ev hişyarî hatin paşguhkirin.    KESÊN FIKARÊN XWE ANÎN ZIMAN HATIN SÛCDARKIRIN    Alan bi bîr xist ku firmaya Anadolû Gold salên dem dirêj ji aliyê rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên hawîrdorê ve gelek caran hate rojevê û diyar kir ku fikara bingehîn ew bû ku heke rojekê hilweşe av û malzemeyên bi siyanurê hatine qirêjkirin dê herikin Çemê Firatê. Alan, da zanîn ku lê belê şîrketa heyî û rayedarên destûr dane wan fikar paşguhkirin û kesên fikarên xwe anîn ziman sûcdar kirin û got: “Ev bertek weke ‘li pêş pêşveçûna Tirkiyeyê’ weke asteng dixwendin.”   Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan   KARGEHÊ JINÛVE DEST BI XEBATÊ KIR    Alan, jiberçûyîna siyanurê ya di madena zêr a aydê Şîrketa Anagoldê ya di Hezîrana 2022’yan a Licikê de bi bîr xist û wiha lê zêde kir: “Ev mijar wê demê ji aliyê organên çapemeniyê ve bi awayekî zêde hate rojevê. Lê Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di çarçoveya tespîtên li vê herêmê li dora 7 an 8 mehan de li vê kargehê pêvajoyên hilberînê rawestandin. Pişt re bi hinceta bergiriyên pêwîst hatine wergirtin, bû wesîle ku kargeh jinûve dest bi xebatê bike.”   ‘DIBE KU TEV LI AVA SERERD Û BINERD BIBE’    Alan ê gotinên Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya yê herikîneke ber bi Çemê Karasû ve nîne bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Hûn dizanin siyanur malzemeyeke gelek bijehr e. Divê ev bi awayekî demildest were berterefkirin. Bi milyonan metreküp malzeme her roj bi tonan solüsyona siyanurê tê şûştin. Ev malzemeyê di bin reaksiyona kimyasal de tê komkirin an ku malzemeye ji vê solusyonê tê komkukirin bi boriyan tînin kargeha hilberînê. Li wir bi flotasyonê zêr tê bidestxistin. Baranên dibarin wê av û malzemeye bisiyanur tev li ava bin erdê ji wir jî dibin sedem ku tev li ava ser erd bibe.”   KÎMYASAL DÊ BI XWARINAN BÊN SER SIFREYA ME   Alan, bi lêv kir ku avên ser erd ên li herêmê bi kimyewiyan ve tev li nava axê dibe, axê qirêj dike û got: “Bi siyanurê re di heman demê de metalên giran ên di nava vî malzemeyî de jî dê tev li avê bibin. Ava li wir dê çi bike? Dê tev li bendav û golan bibe û ji vir jî dê tev li ava binerdî bibe. Ava ku ji vir hate wergirtin dema weke ava vexwarinê an jî ji bo avdanê hate bikaranîn, ev ava qirêj û xwarinên bi vê ava qirêj hatin hilberîn tê bên ser sifreya me. Pergala tenduristiyê jî bandor dibe.”   Alan, diyar kir ku li herêmê bi rêya hilmê siyanur tev li hewayî jî dibe, ev yek ji bo mirovên li herêmê dijîn pirsgirêkeke tenduristiyê ya cidî ye û ev tişt got: “Ji bo hemû zindiyan dibe xetere. Heke bergiriyên pêwîst neyên wergirtin û ew ax bi awayekî ewle nehate veguhestin dê ev qirêjî bi dehan salan bidome. Ji ber vê yekê em weke endezyarên jeolojiyê vê yekê weke karesateke hawîrdorê dinirxînin.    ‘JI ÎNSAFA ŞÎRKETÊN MADENVANIYÊ RE HATIYE HIŞTIN’    Alan, bal kişand ku divê xebatên madenvaniyê liberçavgirtina pêdiviyên zanîstî û teknîkê bên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek li Tirkiyeyê nayê kirin. Ji ber vê yekê divê em polîtîkayên madenvaniyê di ber çavan re derbas bikin û tedbîrên pêwîst jinûve bigirin. Heke ev bûyera îro qewimî û bûyerên dibin sedema karesatên hawîrdorê yên mezin dê hem bibin sedama windakirina canan hem jî bibin sedam karesata hawîrdorê. Hewza Firatê hate qirêjkirin, em bi karesateke hawîrdorê  ya mezin re rû bi rû ne. Elbet madenvanî dê hebe lê divê bergiriyên pêwîst bên wergirtin. Li gorî min hem di pêvajoyên projekirinê de hem jî pêkanînê de kêmasî û xetayên girîng hene. Divê em tedbîrên baş bigirin û van tedbîran bişopînin û kontrol bikin. Rayedar ne dişopînin ne jî kontrol dikin. Ji ber vê yekê em di pêvajoyeke ku ji înîsiyatîfa şîrketên madenê re hatiye hiştin de derbas dibin. Encamên ku ew jî bi xwe re tîne maliyeteke giran e ji civakê re.”