Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir 2024-02-16 12:27:08 ÎZMÎR - 5 rojnamevanên 4 roj in li Îzmîrê di bin çavan de tên ragirtin, bêyî ku ji aliyê dozgeriyê îfadeya wan bê ragirtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehe hatin kirin.  Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazeta Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût ku di 13’ê sibatê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li miduriyeta polîsan di roja 4’an de sewqî dozgeriyê hatin kirin. Rojnamevanên sewqî Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê hatin kirin, bêyî ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan bên wergirtin, sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin.