Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne 2024-02-17 09:07:13 AMED - Emîne Seyhan, xwişka girtiyê nexweş Abdullah Zoraslan Eku 3 roj beriya serbestberdana wî dozek nû li wî hat vekirin, got: “Bi sedan girtiyên nexweş ên wekî birayê min û rewîa wan ji ya wî girantir hene. Li wir li benda mirina wan in."  Abdullah Zoraslan ê ku di 16'ê Adara 2016'an de li Kolana 5 Nîsan a Taxa Lezgîn Avcî ya 861'ê ya navçeya Rezan a Amedê di pevçûnekê de 13 gule lê ketibûn, ji sedî 85 roviyên wî hatin jêkirin. Ji 13 guleyên ku li wî ketin 6 jê ji laşê wî nehatin derxistin. Piştî tedawiyeke 5 mehan, roja ku di meha Tebaxa 2016'an de wê tahliye bûbûya, ji aliyê polîsan ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji bo wî dosyeyek nû hat amadekirin û der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Îdianameya ku bi îfadeyên şahidan hat amadekirin û daxwaza cezayê muebbedê yê girankirî jê re hat xzwestin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin. Di encama dozê de Zoraslan di 14'ê Kanûna 2023'yan de bi îdiaya "xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebbedê yê giran xwar û ji ber sûcê "muxalefetiya li dijhî qanûna 6136'an" 17 sal û 6 meh û ji ber "bê destûr ppeydakirina madeyên talûke" 5 sal û 15 meh, bi giştî 53 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.      DOZGER: EZ LI BENDA VÊ ROJÊ BÛM   Xwişka wê Emîne Seyhanê bertek nîşanî cezayê muebbedê yê ku li birayê wê hat birîn da û got: "Dozger ji birayê min re got, 'Ez li benda vê rojê bûm ku ceza li te bibirim. Ez ê heqê mesrefên nexweşxaneyê jî ji te bistînim.' Birayê min 8 sal in di girtîgehê de ye. Di sala 2016’an de bi 13 guleyan birîndar bû. Gelek caran hat emeliyatkirin. Piştî ku hefteyekê di lênihêrîna awarte de ma ew xistin odeyeke normal. Ji ber emeliyatên tên kirin tenê bi metreyek rûvî dikare bijî. Roja ku ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin. Piştre hat girtin."    Seyhanê diyar kir ku berî bê berdan bi çend rojan birîne ceza bêhiqûqîtî ye û got: “Li dijî vê bêhiqûqiya ku li birayê min tê kirin, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. “Ger hewce bike em ê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin û doza birayê min bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."   ‘BI MAMA TÊ XWEDÎKIRIN'   Seyhanê destnîşan kir ku hîna 6 gule di laşê birayê wî de hene û wiha got: “Gurçikek birayê min tune ye, di gurçika din jî xera bûye û ritma dilê wî jî xera be ye. Ew bi parçeyên metalî yên di beşên cuda yên laş de dijî. Birayê min bi mama tê xwedîkirin."    Seyhanê bi bîr xist ku gelek girtiyên nexweş hene ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê ji yên birayê wê girantir in û wiha dewam kir: “Di hundir de bi sedan girtiyên nexweş ên nexweşînên wekî penceşêr û epîlepsiyê pê re hene. Ev ne tên berdan ne jî tên dermankirin. Li wir li benda mirinê ne. Ev nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş neheqî û bêhiqûqî ye. Li dijî van bûyeran divê em li dora girtiyan bibin yek û ji bo wan çi pêwîst be bikin. Ji bo vê têkoşîneke civakî divê."