Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin 2024-02-17 10:07:25 ERZÎNGAN - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî karesata li qada madena zêr a li Licikê 8 kes hatibûn binçavkirin û ji van 6 jê hatin girtin.  Di 13’ê sibatê de li Madena Zêr a Çoplerê ya ji hêla Madenvaniya Anagoldê ve li navçeya Licik a Erzînganê tê xebitandin heza çêbû. Têkildarî karesatê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 8 kes hatibûn binçavkirin. Ev kes piştî îfadeyên li cem cendirmeyan sewqî edliyeyê hatin kirin.    Kesên bi navên J.R.G, A.C, H.U, M.B, Ş.D, S.D, M.T û A.R.K. piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin.    Walîtiya Erzînganê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku yek ji rêveberên şîrketa kanadayî yê bi navê J.R.G ku madena zêr dida xebitandin bi giştî 6 kes hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    EV 5 ROJ IN NEHATINE DÎTIN    Li hêla din xebatên ji bo dîtina karkerên bi navên Şaban Yilmaz, Abdurrahman Şahîn, Huseyîn Kara, Mehmet Kazar, Fahrettîn Keklîk, Adnan Keklîk, Ugur Yildiz, Kenan Oz û Ramazan Çîmen jî didomin. Ev 5 roj in hêj jî karkerên di bin axê de nehatine dîtin.