Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê 2024-02-17 16:21:55   ENQERE - DEM Partiyê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê siyasetmedara kurd a girtî Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan weke namzet nîşan da.     DEM Partiyê namzetên xwe yên 14 bajaran eşkere kir û ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê jî siyasetmedara kurd a girtî Gultan Kişanak û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan weke namzet nîşan da.    Kişanak ku ev 7 sal û nîvin li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin, têkildarî mijarê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.     Peyama Kişanakê wiha ye:      “Gelên me yên binirx, divê ez bînim ziman ku min ji ber berpirsyariya li hemberî we, pêşniyara namzetiya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê qebûl kir.    Divê em pirsgirêka kurd û pirsgirêka azadiyê ya jinê di çavkaniya wê de nîqaş bikin. Em ji Amedê heya Enqereyê, ji Enqereyê heya her çar aliyê Kurdistanê ji bo avakirian pirên aştiya civî ava bikin dikevin rê.    Ez bang li her kesê ku baweriya xwe bi aştî, demokrasi, û azadiyê tîne, dikim ku bila di vê têkoşînê de berpirsyariyê bigire, ji niha ve serkeftinê dixwazim.”    TEVÎ KU DEMA WÊ TIJE BÛ NEHAT BERDAN   Gultan Kişanak sala 2014’an de wek Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin û piştî 2 salan di 25’ê cotmeha 2016’an de hat binçavkirin, di 31’ê cotmehê de hate girtin û derbarê wê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dozên li Meletiyê û Enqereyê doz hatin vekirin, hatin yekkirin.     Dozên derbarê Kişanakê de hatine destpêkirin didomin lê belê li gorî Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) girtiyek herî zêde 5 salan; li gorî Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê jî herî zêde 7 salan tê ragirtin. 7 salên dema binçavkirina Kişanakê di 25’ê cotmehê de bi dawî bû. Parêzerên Kişanakê ji bo berdanê serî li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Doza Kobanê dide meşandin, dan.    Kişanak di danişîna 8’ê kanûna 2023’yan hatibû lidarxistin de destnîşan kiribû ku dema dirêj a binçavkirinê, veguheriye cezakirinê û gotibû, “Dema dirêj ya binçavkirinê heye. Ez demeke dirêj ku li tu dera cîhanê nîn e, girtî me. 7 salên girtî çiye? Ev dem ji înfaza gelek sûcan dirêjtir e. Hûn dikarin her carê biryara girtinê bidin û bi qasî dema muebetê ceza bidin min. Feraseteke wiha nabe, derveyî aqil e.”    Dadgehê di danişîna 3’yê sibatê hatiye dîtin de daxwaza berdanê ya Gulten Kişanak û Sebahat Tûncelê ku dema binçavkirinê ya 7 salan tije bûbûred kir.