Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin 2024-02-17 17:41:09   STENBOL – Rêveber û endamên DEM Partiyê ji bo "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ku dê di 25'ê Sibatê de bê lidarxistin, li Qada Esenyûrtê belavok belav kirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê amadekariyên mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku dê di 25'ê Sibatê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd li Qada Esenyûrtê bê lidarxistin, didomîne.    Di çarçoveya amadekariyan de Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê, li Arnavûtkoyê belavok belav kirin.