Li Şirnexê 4 kes hatin girtin 2024-02-17 20:34:33   ŞIRNEX- Li Şirnexê ji 32 kesên hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin.   Di 13-14’ê Sibatê de li navçeyên Silopiya, Hezex û Cizîrê yên Şirnexê di avêtina ser malan de zarok jî di nav de bi giştî 32 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a bajêr kesên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 32 kesên ku îfadeya wan li dozgeriyê  hatin girtin 28 kes serbest hatin berdan, 4 kes jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Dadgehê jî bi heman daxwazê biryara girtinê da. 4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Şirnexê.