Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-02-18 14:50:28 SÊRT - TUAY-DER, DBP û DEM Partî bi girseyî çûn serdana Îskan Çelîk ku piştî 30 salan hate berdan.    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Sêrtê bi girseyî çûn serdana Îskan Çelîk ku piştî 30 salan hatibû tehliyekirin. Çelîk, di sala 1992’yan de li Sêrtê hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebedê lê birî. Çelîk, piştî 30 salan, di 16’ê mehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tehliye bû û hate bajarê xwe navçeya Misircê ya Sêrtê. Nûnerên TUAY-DER’ê, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, namzetên hevşaredariyê yên Misircê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol, Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Arslan û Eşref Tekîn û gelek kes di serdanê de cih girtin.      15 SALAN DI HEMAN GIRTÎGEHAN DE MAN   Yek ji kesên di ziyaretê de cih girtî jî Îzzetîn Sevîlgen bû. Sevîlgen, piştî 31 sal û nîvan di 15 cotmeha 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê hatibû berdan. Sevîlgen û Çelîk zêdetirî 15 salan li girtîgehên Sêrt, Amed û Şirnexê bi hev re mabûn. Di serdanê de Sevîlgen û Çelîk hev hembêz kirin û kêliyên hestiyar hatin jiyîn.    ‘HEVALÊN MÎNA TE HÊVIYA ME MEZINTIR DIKIN’   Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Saritaş, bi domdarî wiha got: “Min silavên hemû Kurdistanê ji bo te anîne. Em dizanin ku bedela herî giran a vê tekoşînê hevalên me yên di girtîgehan de didin. Em dizanin ev yek çi qas biqîmet e û ev yek rêya vê tekoşînê jî nîşanî me dide. Hêvîdar im ev zilm û zordarî, ev desthilata zalim bi saya yekitiya gelê kurd û hêzên demokratîk bê hilweşandin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Berdana hevalên mîna we, hêviya me mezintir dike. Em careke din bejna xwe li ber vîn û berxwedana we ya mezin ditewînin.”   BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ   Di berdewamê de Saritaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Li ser birêz Ocalan ev 3 sal in tecrîdeke mezin heye. Gelek hevalên me yên girtî niha di girevên birçîbûnê de ne. Ev yek jî nîşanî me dide ku divê em bêhtir û baştir bixebitin.”   ‘ARMANC SERKEFTIN E’   Piştre jî Îskan Çelîk axivî û bal kişand ser zextên li ser girtîgehan. Çelîk, destnîşan kir ku zextekî giran ê derûniyê li ser girtiyan tê kirin û wiha domand: “Lê heval bihêz û xwedî vîn in. Heval hêza xwe ji gelê xwe digirin. Heval hêza xwe ji tevgera xwe digirin û moralê hemûyan jî bilind e. Rêya hevalan vekirî ye û armanca wan jî serkeftin e. Ez jî ji bo we, gelê me û hemû hevalan serkeftinê dixwazim. Hêvî dikim serkeftin a me be. Serkeftin xeyalê me yê herî mezin e. Ji bo hatina we gelek spas dikim.”   Piştî axiftinan, şandeyê bi Çelîk û Sevîlgen re sihbet kir.