Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike 2024-02-18 15:10:12   RIHA -  Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ku 31 sal berê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di bîranînê de axivî û wiha got: “Çapemeniya kurd îro bi saya wan li ber xwe dide. Roniya têkoşîna wan, rêya me ronî dike.”   Nûnerê rojnameya Ozgur Gundemê Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Abdurrahman Dede ya li navçeya navendî ya Eyûbiye ya Rihayê hate bibîranîn. Merasîma bîranînê bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), hat lidarxistin û endamên malbata Kiliç, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar, endam û rêveberên Komelaya Alîkarî Çandî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Axên Qedîm Winda Kirine re (KATDER),  rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê û gelek kesên din tev li bîranînê bûn.    'TÊKOŞÎNA WAN RÊYA ME RONÎ DIKE’   Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî. Altan, bi bîr xist ku di salên 90'î de xebatkarên Çapemeniya Azad jî di nav de gelek kes li Kurdistanê bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin û wiha got: “Gelek hevalên me bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin. Hevalên me ji ber ku heqîqet radigihandin bûn hedef û qetilkirin. Şehîdên Çapemeniya Azad, bi hilgirtina vî barekî wiha giran têkoşîna xwe domandin. Ger em hê jî wek Çapemeniya Azad û gelê kurd li ber xwe bidin, ev bi saya van têkoşeran e. Têkoşîna wan rêya me ronî kir. Em ê têkoşîna wan li ser rêya ku ronî kirine bidomînin. Kemal ne ditirsiya, yên ku ew qetil kirin tirsiyan. Yên ku hewl dan roja me tarî bikin negihiştin armanca xwe. Têkoşîna me hîn mezintir bûye. Careke din em we bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dibêjin rêya wan rêya me ye.”   ‘ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD DIDOMIN’   Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad hê jî berdewam dikin û ev tişt anî ziman: “Her çendî weke cînayeteke kiryarnediyar tê qeydkirin jî ev ne cînayeteke kiryarnediyar e. Lê mîna cînayetên din, ev jî nehat ronîkirin û faîl nehatin cezakirin. Em ê van komkujiyan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Malbatê ji darizandina Tirkiyeyê encam negirt lewma serî li DMME'yê da. DMME’yê jî Tirkiye sûcdar dît. Zextên li ser Çapemeniya Azad hê jî didomin. Xebatkarên Çapemeniya Azad ji ber ku binpêkirinên mafan ên desthilatê radigihînin bi awayekî derqanûnî tên binçavkirin û girtin. Em ê van komkujiyan ji bîr nekin. Careke din ji malbata Kemal Kiliç re sebrê dixwazim.”   Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Kiliç. Herî dawî jî beşdar çûn serdana malbata Kiliç a l Taxa Qûlinçê.