Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir 2024-02-19 09:26:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKP'ê Mûrat Kûrûm piştî "Di şeva amediyan de" bi kurdî axivî û goveng gerand di çalakiya MHP'ê de îşareta gurêboz kir.    Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKP'ê Mûrat Kûrûm, "Di şeva amediyan de" ku li Stenbolê tev li bû, poşî avêtibû ser milên xwe û bi kurdî silav dabû. Kûrûm di heman aktîvîteyê de govend jî gerandibû.    Kûrûm, piştî vê aktîvîteyê duh tev li vekirina Navenda Ragihandina Hilbijêran a Bayrampaşa ya MHP'ê bû û li vir jî îşareta gurêboz kir.